Pirsa 'Heval kî ne?' ew gihand lûtkeya şoreşgeriyê

Hê dema zarok bû, pirsa apê xwe yê şehîd Cebar dikir. Pirsa kesên diçûn mala wan dikir û dixwest bizane “heval” kî ne. Bi vî rengî rêwîtiya lêgerîna azadiyê ya şehîd Amed Enteriyê dest pê kir. Bi xebatên ciwanan dest pê kir, bi YPG`ê û şoreşê re gihaşt lûtkeyê.

Pirsa 'Heval kî ne?' ew gihand lûtkeya şoreşgeriyê
Pirsa 'Heval kî ne?' ew gihand lûtkeya şoreşgeriyê
Pirsa 'Heval kî ne?' ew gihand lûtkeya şoreşgeriyê
Pirsa 'Heval kî ne?' ew gihand lûtkeya şoreşgeriyê
7 hezîran, 2023   06:40
QAMIŞLO - MISTEFA ELO

Amed Enteriyê (Kadar Ebdurehîm Îsa) di destpêka biharê de, saet derdora 22:30`an di Adara 1998`an bi vebûna kulîlkan re, li bajarê Qamişloyê çavên xwe li dinê vekirine. 2 birayên wî jê mezintir, 2 bira û xwişkeke wî jî jê biçûktir in.

ZAROKTIYEKE BI PIRSAN DAGIRTÎ

Lawê biharê di malekê de ku bavê wî Ebdurehîm dişibîne navenda Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatiye dinê. Ji ber ku mala wan ji kadroyên PKK`ê vala nedibû, bi taybet di sala 1987’an de dema ku malbat Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas dike.

Kadar hê dema zarok bû, di serê wî de gelek pirs digeriyan. Wêneyê apê wî yê şehîd Cebar (Ebdulcelîl Îsa) ku li ser dîwarê malê hatibû daliqandin, gelekî bala wî dikişand. Wî pirsa apê xwe ji dayik û bavê xwe dikir, her dema ku heval dihatin mala wan pirsa wan jî dikir. Piştre pê hesiya ku apê wî jî sala 1992`yan tev li Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê bûye û dawiya sala 1999`an li herêma Xakûrkê şehîd bûye.

Nîqaş û diyalogên şoreşgerên serdana mala dikirin jî ew dikişand. Kadar, tev li sohbeta wan dibû, armanc û jiyana li çiya dipirsiya. Di xeyalên wî de xewnên mezin ku li çiyayên Kurdistanê yên biheybet mezin dibûn û rêya xwe di nava deştên Rojava de vedikir, çêdibûn.

Kadar ku di Newrozê de anku roja vejînê ji bo Kurdan û gelên bindest, hatiye dinê, ji çîroka apê xwe şehîd Cebar bawerzîna azadiyê bêhn dike.

Piştî ku xwendina xwe ya seretayî li Dibistana Osman Îbn Efan, ya navîn jî li Dibistana Bedîî El Zeman ya li taxa wî Enteriyê diqedîne, ji çîroka apê xwe yê şehîd karaktara rêwîtiya wî diyar dibe. Piştî çend salan êdî dest bi nivîsandina çîroka xwe dike û gavên xwe di rêwîtiya têkoşînê de diavêje.

JI ZÛ DE BERPIRSYARÎ RAKIR

Ew li nava heval û mamosteyên xwe yên dibistanê dihat hezkirin, lê tiştê ku lê digeriya li dibistanê peyda nedikir. Refê 7`an ê dibistana navîn xala dawî ya rêwîtiya wî ya dibistanê bû. Dayika wî Leyla Mehmûd (sala 1976`an hatî dinê) dibêje, dema ku ji dibistanê vedigeriya mîna zengilekî deng vedida û cîran û malbat bi hatina xwe agahdar dikirin. Dayika wî wê pêvajoyê bi bîr tîne û dibêje ku Kadar di karên malê de jî alîkar dibû û li hember dayik, bav û tevahî endamên malbatê berpirsiyariyek mezin nîşan dida. Kadar ê ku ji zû de berpirsiyariya malbatê rakir, êdî milên xwe da bin barê rizgarkirina welat jî.

TEVLÊBÛNA NAVA TÊKOŞÎNA RIZGARIYÊ

Di temenekî biçûk de, bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (19`ê Tîrmehê) re tev li nava refên ciwanan bû, bi çalakbûneke mezin tev digeriya. Tiştên ku ji têkoşerên beriya xwe fêr bûye, dida yên li pey xwe jî. Hevrêyê wî Baz Qamişlo bi bîr dixe ku Kadar di tevlêbûna gelek ciwanan ji refên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê re rolê dilîze.

Di sala 2013`an de, bi destpêkirina êrişên girupên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo re, malbata Kadar ji neçarî berê xwe dide Tirkiyeyê. Birayê wî yê mezin, Mihemed ku ew jî tevî malbata xwe diçe Tirkiyeyê, aram nabe û ji dayika xwe re dibêje eger ew qebûl neke ku vegera Rojava dê dawî li jiyana xwe bîne. Ne tenê Mihemed, Kadar jî heman helwestê nîşan dide.

Bi vegera malbatê li Qamişloyê re, Kadar tev li nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe û di tabûra Şehîd Sabrî de cih digire û navê “Amed Enteriyê” digire. Bi vî rengî, alaya têkoşîna ji bo rizgarkirina welat ji dagirkeran û bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wê, hildigire.

DI HEMÛ PÊNGAVÊN LEŞKERÎ DE CIH DIGIRE

Ji Qamişloyê û navçeyên wê, heta Hesekê û gundewarê wê, heta Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa, Berxwedana Serdemê ya Efrînê, Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê û Girê Spî, heta bigihêje pêngava Rizgarkirina Baxozê (cihê dawîn ê çeteyên DAIŞ`ê), Amed beşdarî hemû pêngavên rizgarkirinê û berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û girupên çeteyan dibe.

Di berxwedana Kobanê de, ji ber teqîna mayînekê bi erebeya ku tê de bû ji pişt û serê xwe ve birîndar dibe. Piştî wê erka xilaskirin û rakirina birîndaran ji herêmên şer digire, lê dîsa jî bi israr beşdarî şer jî dibe. Hevalê wî Ciwan Çavreş bîranîneke wan ji herêma Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê bi bîr dixe û dibêje, di hemleya rizgarkirina wê herêmê (2019) de ji nişke ve ambulansê berdide, dikeve erebeyek zirxî û li kêleka hevalên xwe yên keç û xort şer dike.

Dayika Amed, li gorî hevrêyeke wî ya têkoşînê ku beşdarî merasîma sersaxiya wî bibû, dibêje, di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de (Cotmeha 2019) dema ku ew birîndar dibe, ruxmî israra wê ku dûr bikeve jî, Amed jiyana xwe dixe xeteriyê û wê xilas dike. Amed wê demê jê re dibêje “Ez bizanim ez ê şehîd bibim jî ez ê te xelas bikim.”

Berxwedana Serzûrî ya li Kobanê bandorek mezin lê kiribû. Wî ji bavê xwe re digot, divê her kes “Efsaneya Serzûrî” bixwîne.

Hezkirina wî ji welatê xwe re digihîşt asta eşqê, qebûl nedikir ku kes pêşniyara çûna Ewropayê jê re bike. Bavê wî gotinên wî bi bîr tîne û dibêje: “Ez trenê di nîvê rêyê de nahêlim, rêwîtî dewam dike.”

Wî zewac jî qebûl nedikir û biryar dabû ku tevahî jiyana xwe bixe oxira têkoşînê û wefadariya bi soza ku dabû hevrêyên xwe.

Dayik û bavên Amed taybetiyeke din a wî parve dikin û dibêjin dema ku mijar dibû xebatê wî di nava YPG’ê de, ew bi sirriyeteke mezin tev digeriya.

Dema ku diwestiya yan jî hin astengî di karê xwe didîtin, gazin ji dê û bavê xwe re nedikirin, her wiha qebûl nedikir ku tu pereyan ji wan bigire.

PARASTINA ŞENGALÊ

Amed ne tenê parastina herêmên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, lê belê dema ku çeteyên DAIŞ`ê êriş bi ser Şengalê (2014) Amed ji şervanên destpêkê bû ku bi hawara êzidiyan de çû, koorîdorek ewle ji bo xelaskirina wan vekir da ku xwe bigihînin Rojava. Wê demê çekdarên PDK`ê û artêşa Iraqê ji herêmê reviyabûn.

NÊZÎ HER KESÎ BÛ

Ew pir nêzî hevalên xwe bû, bi taybet girîngiyeke mezin dida birîndarên şer û di her derfetê de serdana wan dikir.

DI BIKARANÎNA GELEK CUREYÊN ÇEKAN DE PISPOR BÛ

Ew nêzî pêkhateya Ereb bû, bi wan re nîqaş dikir, şoreş û girîngiya têkoşînê bi wan dida nasandin. Hevrêyê Amed, Ciwan Çavreş da zanîn ku bi rêya wî gelek ciwanên Ereb jî tev li têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, hin jî tev li refên gerîla bûn. Ciwan her wiha bi bîr xist ku Amed di bikaranîna gelek cureyên çekan mîna Doçka, Kilaşnîkof, bombeyên RBG û çeka BKC de pispor bû.

Gabar Enteriyê ku ji sala 2011`an de Amed nas dikir, xebatên wî yên di nava tevgera ciwanan de bi bîr xistin û got Amed bi ciwanan re der barê şoreşê û tevlêbûna nava têkoşînê de nîqaş dikir û moral dida wan.

Li gorî Gabar, Amed ji bo ku erka xwe pêk bîne, li benda perspektîfên tu kesî nedima. Ji kesên destpêkê bû ku birîndarên Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê xelas dikirin.

Hevalê wî yê zaroktiyê û yê têkoşînê Baz Qamişlo ku çend saet beriya şehadetê Amed dibîne, dibêje Amed di her boneyê de amade bû, alîkarî dida her kesê ku alîkarî dixwest, dema ku hevalên wî nedikarîn nobetê bigirin, wî ji ber wan ve digirt.

Li gorî daxuyaniya QSD`ê, Amed Enteriyê di 30`ê Gulana borî de, dema li ser erka xwe bû, li bajarê Reqayê di encama qezaya erebeyê de şehîd bû.

(c)

ANHA