DAIŞ`ê li Humsê êriş pêk anî: 4 karker hatin kuştin

Di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li gundewarê Humsê de 4 kesên li nava zeviyan kar dikirin hatin kuştin.

DAIŞ`ê li Humsê êriş pêk anî: 4 karker hatin kuştin
6 hezîran, 2023   12:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Sexne ya li rojhilatê Husmê ya di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de, di êrişeke çekdarî ya çeteyên DAIŞ`ê de 4 kesên ji heman malbatê yên ku karê çinînê dikirin, hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku her çar kesên hatine kuştin ji bajarê Telbîsê yê bakurê Humsê ne.

Şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyeyê bi cih dibin û li dijî sivîlan û hêzên leşkerî kemîn, teqîn û êrişan pêk tînin.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka 2023`yan de, li çolistana Sûriyeyê 333 kes hatine kuştin, ji wan 16 çeteyên DAIŞ`ê ne û di şerê bi hêzên hikumeta Şamê re û êrişên hewayî yên Rûsyayê de hatine kuştin, 165 jî leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ne ku di 88 êrişên DAIŞ`ê de li herêmên cuda hatine kuştin, 152 kes jî sivîl in.

(c)