​​​​​​​Li Minbicê hemleya komkirina plastîkan

Bi armanca parastina jîngehê û hişyarkirina der barê zirarên bermahiyên madeyên plastîk li ser jîngehê û civakê, li bajarê Minbicê û gundewarên wê însiyatîfek hat destpêkirin.

​​​​​​​Li Minbicê hemleya komkirina plastîkan
6 hezîran, 2023   11:48
MINBIC

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê, Gerînendetiya Jîngehê ya Minbicê însiyatîfek da destpêkirin. Armanca însiyatîfê xilasbûna ji bermahiyên plastîkê û hişyarkirina der barê xetereya wê de ye.

Însiyatîf dê 3 rojan dewam bike û dê derdora rêya navneteweyî (M4) ya li başûrê Minbicê were paqijkirin.

Hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Minbicê Ednan El Dexîl têkildarî însiyatîfê ji ajansa me re axivî. Ednan El Dexîl got: “Rojane gelek alavên plastîk di hemû aktîvîteyên jiyanî, pîşeyî û bazirganî û malan de tên bikaranîn û zirareke mezin didin jîngehê.”

El Dexîl der barê qonaxên însiyatîfê de ev agahî parve kirin: “Di roja yekemîn de, dê broşûrên der barê xetereya bermahiya van madeyan de bên belavkirin. Di roja duyemîn de, dê plastîkên ji kêleka rêya giştî ya li rojhilatê Çerxerêya Şehîdan bên komkirin. Roja sêyemîn jî, dê gemara komkirî, bibin cihê gilêşê yê li herêma El Ewn û bi rêbazên guncaw bê tunekirin.”

El Dexîl anî ziman ku divê alternatîfên ji bo jînegehê ewle, mîna kaxiz, qumaş û madeyên ku bi demê re tune dibin, bên bikaranîn.

Însiyatîf derbasî qonaxa duyemîn bûye. Di wê çarçoveyê de derdora rêya navneteweyî ya li başûrî Minbicê tê paqijkirin.

(c)

ANHA