​​​​​​​`Divê dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê bên avakirin`

Li gel ku behsa civînekê di navbera wezîrên koalîsyona navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de tê kirin, axaftina li ser avakirina dadgehên navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê, dîsa ketin rojevê. Xelkê herêmê destnîşan kir ku beyî darizandina çeteyên DAIŞ`ê, nepêkan e ku xetereya wan, bi dawî bibe.

​​​​​​​`Divê dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê bên avakirin`
7 hezîran, 2023   00:25
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-XIDIR EL FEYAD

Xelkê herêmê ji ajansa me re der barê divê dewletên Koalîsyona Navneteweyî çi biryarê bistînin di civîna xwe de ji ajansa me re axivîn. Tê payîn ku civîn li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê bi tevlêbûna 85 dewletan û rêxistinan li dar keve.

Çeteyên DAIŞ`ê li dijî xelkê herêmê gelek sûc kirin, sivîl kuştin, koçber kirin, bajar û binesazî wêran kirin, beriya ku di aliyê erdnîgarî ve ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Adara 2019`an de bên tunekirin.

Xelkê herêmê bi hiceta ku gelek delîl şahid li ser sûcên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêmê hene, bang li aliyên ku dê tev li civîna koalîsyonê bibin dikin ku bilez dosyaya DAIŞ`ê çareser bikin ku ji bo darizandina wan dadgeheke navneteweyî li herêmê ava bikin.

/kr/uploads/files/2023/06/06/190924_-.webp

Welatiya bi navê Ezîze Ebdullah destnîşan kir ku divê çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de werin darizandin û got: “Wan gelek sûc li dijî gelê herêmê kirin.”

Ezîze  qebûl nekir ku çeteyên girtî li herêmê bê derizandin bimînin û wiha domand: “Dewletên ku şerê DAIŞ`ê îdia dikin li ku ne? Divê bilez ev werin darizandin û ji aliyê malbatên şehîdan ve hesab ji wan were pirsîn. Ji ber wê divê dadgeheke navneteweyî li herêmê bê avakirin.”

/kr/uploads/files/2023/06/06/191202_-_1.webp

Der barê xetereya DAIŞ`ê di girtîgehên herêmê de û mayîna wan bê darizandin welatiyê bi navê Kemal Minteş got: “Ew li ser herêmê û gelê wê xetere ne. Mîna bombeyeke demkî ne û ne diyar e kengî biteqe.”

Li gorî ku QSD`ê beriya niha ji ajansa me re diyar kiribû niha di girtîgehên wê de zêdetirî 19 hezar çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî, sûriyeyî û iraqî hene. Ew ji 50 dewletên ewropî û afrîkî ne.

Minteş wiha domand: “Divê hêzên navneteweyî ji bêdengiya xwe li hember vê dozê derkevin û ji bo darizandina wan çeteyan dadgeheke navneteweyî li herêmê ava bikin.”

/kr/uploads/files/2023/06/06/191148_-.webp

Welatiyê bi navê Xesan Şêxo bang li dewletên têkildar kir ku hesabê ji çeteyên DAIŞ`ê yên girtî, bipirsin û diyar kir ku hebûna wan li herêmê bê darizandin li ser herêmê bi giştî xetere ye.

/kr/uploads/files/2023/06/06/190854_-.webp

Welatiyê bi navê Emced El Dexîl jî yê ji navçeya Şedadê ya kantona Hesekê anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê li ser asta cîhanê, rêxistina herî xeternak e. Ji ber wê El Dexîl bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê, kir ku wan çeteyan darizînin yan jî vegerînin welatên wan.

Tevî çeteyên girtî, li kampa Holê ya rojhilatê Hesekê zêdetirî 54 hezar û 390 malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên sûriyeyî, iraqî û biyanî hene.

/kr/uploads/files/2023/06/06/190907_-.webp

Welatiyê bi navê Ebdulmecîd Etiye yê ji heman navçeyê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku: “Wan çeteyan sûc li dijî welatiyan kirin û zarok sêwî kirin. Divê ew ji ber van sûcan werin darizandin.”

(şx)

ANHA