​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-6-2023
6 hezîran, 2023   23:00

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê diyar kir ku nêzîkatiyên desthilata Tirk ên li pirsgirêka Kurd û Rêber Abdullah Ocalan dê aloziyê kûrtir bikin û got "Çareseriya tevahî pirsgirêkan di diyaloga li gel Rêber Ocalan de ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hê dema zarok bû, pirsa apê xwe yê şehîd Cebar dikir. Pirsa kesên diçûn mala wan dikir û dixwest bizane “heval” kî ne. Bi vî rengî rêwîtiya lêgerîna azadiyê ya şehîd Amed Enteriyê dest pê kir. Bi xebatên ciwanan dest pê kir, bi YPG`ê û şoreşê re gihaşt lûtkeyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên tora ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin, diyar kirin ku wan bi belgeyên destûrê yên saziyên alîkariyên mirovî û bazirganiyê madeyên hişbir derbasî herêmên Rêveberiya Xweser kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gel ku behsa civînekê di navbera wezîrên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de tê kirin, axaftina li ser avakirina dadgehên navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê, dîsa ketin rojevê. Xelkê herêmê destnîşan kir ku beyî darizandina çeteyên DAIŞ`ê, nepêkan e ku xetereya wan, bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Arzû Temo diyar kir ku Rêxistina Sara dozên qetilkirina Ala, Nûa û Zubeyda ji nêzîk ve dişopîne û ji bo cezakirina kujeran û pêkanîna edaletê dozek gihandiye dadgeha giştî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên bajarê Helebê yê di bin kontrola hikumeta Şamê de ji ber bihabûna ampêrê zehmetiyan dikişînin ku her ampêrek heftane digihîje 45 hezar lîreyên sûriyeyî. (BI WÊNE)

Pisporên kar û barên komên terorîst diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî rola xwe ya tunekirina xetereya DAIŞ’ê bi cih nayne û vegerandina wan li welatên wan paşguh dike. Her wiha destnîşan kirin ku hebûna DAIŞ'ê mîsogeriya hebûna dewleta Tirk e. (BI WÊNE)

Koma Muzîkê ya Şehîd Elefterya ku ji jinên ciwan pêk tê, bi hunera xwe dengê jinan û berxwedana wan radigihînini civakê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Jinan a Meclisa Gel a bajarokê Hecînê têkildarî rola jinan di civakê de panelek li hola Meclisa Gel a Hecînê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ji bo şehîd Canda Çiya li gundê Biyandor merasîmeke xiyabî li dar dixe saet di 10:00`an de. Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê ji bo 5 şehîdan merasîma xiyabî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a gundê Til Qirahê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA