​​​​​​​Rêxistina Sara doza qetilkirina 3 jinan dişopîne

Arzû Temo diyar kir ku Rêxistina Sara dozên qetilkirina Ala, Nûa û Zubeyda ji nêzîk ve dişopîne û ji bo cezakirina kujeran û pêkanîna edaletê dozek gihandiye dadgeha giştî.

​​​​​​​Rêxistina Sara doza qetilkirina 3 jinan dişopîne
7 hezîran, 2023   04:43
QAMIŞLO - SILAVA EBDUREHMAN

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, dozên tundî û qetilkirina jinan ji nêzîk ve dişopîne. Berdevka rêxistinê diyar kir ku ji dawiya meha Nîsanê heta destpêka meha Gulana îsal ve, li deverên cuda yên herêmê 3 jin hatine qetilkirin.

24'ê Nîsana borî, li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê jina bi navê Nûra Silêman Îbrahîm ji aliyê hevjînê xwe Wedah Ehmed Îbrahîm ve hat qetilkirin. Li taxa başûr a navenda navçeya Eyn Îsayê cenazeyê Ala Mistefa Dahir (23) a dayika 2 zarokan e, kuştî li mala wê hat dîtin. Di 14'ê Gulanê de li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Heseskê jî jina bi navê Zubeyda Ebdulwehab kuştî li mala wê hat dîtin.

ŞOPANDINA DOZÊN TUNDIYÊ

/kr/uploads/files/2023/06/06/184957_dsc_0548-large.webp

Berdevka Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Arzû Temo qetilkirina her sê jinan şermezar kir û diyar kir ku rêxistinê ev sûc lêkolîn kirine. Her wiha bi daxuyaniyan banga cezakirina qatilan kir.

Li ser tedbîrên ku rêxistinê girtine, Arzû Temo diyar kir ku lêpirsîna di doza qetilkirina Nûra Îbrahîm a li Til Hemîsê de bi dawî bûye û dosaya derbasî dadgeha navçeya Til Hemîsê bûye. Arzû diyar kir ku divê Rêxistina Sara beşdarî rûniştinên şopandina dozê bibe û diyar kir ku rêxistin li dijî sûcdar û hemû kesên ku destên wan di sûcan de hene de aliyekî dozê ye.

Têkildarî sûcên li Eyn Îsa û Dirbêsiyê jî Arzû Temo wiha got: "Lêpirsîna di van dozan de hîna berdewam e. Rêxistina Sara dozek radestî Dadgeha Giştî ya Dirbêsiyê kir û xwest kujer were cezakirin û edalet pêk were. Mafê tu kesî nîn e jiyana jinan tune bike."

QANÛNÊN JINAN

Berdevka Rêxistina Sara bal kişand ser qanûnên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi bîr xist ku qanûn di sala 2014'an de hat derxistin û di sala 2022'yan de hinek guhertin tê de hatin çêkirin. Her wiha anî ziman ku ev qanûn heta radeyeke mezin sînorek ji tundiya li ser jinan danî.

Qanûna jinan ji 30 bendan pêk tê. Ji wan mafên siyasî û avakirina rêxistinan e; li gorî vê qanûnê mafê jinan hene beşdarî qada siyasî bibin û rêxistinên ava bikin, lê nabe li dijî peymana civakî be. Mafê jinan e ku qanûnên têkildarî xwe erê bikin. Ji qanûnên din jî wekheviya zayendî di kar û heqdestiyê de heye. Her wiha nabe jin bêyî razîbûna wê were zewicandin û pirjinanî qedexe ye. Di qanûnê de qetilkirina jinan bi navê "Şerefê" û cudekarî qedexe me. Di bendekî qanûnê de tê gotin, divê Rêveberiya Xweser li hemberî hemû cûreyên tundî û cudekariyê tê bikoşîne û mekanîzmeyên qanûnî û xizmetguzarî ku qurbaniyên tundiyê biparêze pêş bixe.

Arzû Temo diyar kir ku tundiya li ser jinan ne nû ye, lê berhemên zihniyeta bavikslarî ya hezarên salan a li ser jin û civakê tê meşandin e. Arzû Temo bal kişand ser rola rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên wan ên belavkirina felsefeya hevjiyana azad û wekheviya di erk û peywiran de.

(bb)

ANHA