'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`

Dayikên ku tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Ciwan bûne destnîşan kir ku wan ji bo welêt cegerên xwe feda kirin û soz dan ku têkoşîna xwe heta pêkanîna armancên şehîdan bidomînin û dirûşma wan dê her 'Berxwedan Jiyan e' bimîne.

'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`
'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`
'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`
'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`
'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`
'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`
'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`
'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`
'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`
'Berxwedan jiyan e dê her dirûşma me bimîne`
6 hezîran, 2023   18:26
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundên wî, endamên saziyên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di merasîma sersaxiyê ya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Trafîk şehîd Ciwan Îbrahîm de beşdar bûn.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li taxa Hilêliyê hat vegirtin û tê de wêneyên şehîd Ciwan û yên Rêber Abdullah Ocalan û alên YPG, YPJ'ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û yên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Di serî de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şemsêxan Gulo wiha axivî: "Şehîd Ciwan kurê taxa Hilêliyê kedekî mezin da û li dawiyê gihîşt asta şehadetê. Taxa Hilêliyê jêdera leheng û egîdan e ku 130 şehîdan tîne bîra me wek şehîd Yûsif Gulo û kurên wî û neviyên wî û hemû welatparêzên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku ji bo doza Kurdî tê koşiyane."

Şemsêxan wiha domand: "Em ê rêya wan şehîdan bişopînin û saziyên xwe yên leşkerî û sivîl di serî de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPG, YPJ û QSD û Tevgera Azadiya Kurdistanê xurtir bikin û heta dawiyê ji wan re piştgir bin."

Şemsêxan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan cegerên xwe ji bo welat feda kirin û soz da ku heta pêkanîna armancên wan û misogerkirina jiyaneke azad û birûmet têkoşîna xwe bidomînin ku dirûşma wan dê her 'Berxwedan Jiyan e' bimîne.

Her wiha, rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişlo Ebdulhekîm Eko hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Piştre, bi navê Kongra Star Şaha Xelîl got: "Xwîna şehîdên me pîroz e, her bihostek ji xaka welêt bi xwîna wan lehengan hatiye avdan, em ê li hember planên dijmin û dagirkeran bi ser bikevin û bigihîjin armancên xwe, em ê heta pêkanîna armancên xwe têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin."

Şaha wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Me 12 hezar şehîd û 24 hezar birîndarên şer dan û em amade ne hemû keç û xortên xwe û xwe jî feda bikin. Em ê tu carî serî ji dijmin re netewînin û bila her kes bizane ku dayikên û jinên Kurd di her qadê de pêşeng in."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd Ciwan, radestkirina wê ji bo malbata wî û bi siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA