​​​​​​​'Hêzên navneteweyî dosyaya DAIŞ'ê paşguh dikin'

Pisporên kar û barên komên terorîst diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî rola xwe ya tunekirina xetereya DAIŞ’ê bi cih nayne û vegerandina wan li welatên wan paşguh dike. Her wiha destnîşan kirin ku hebûna DAIŞ'ê mîsogeriya hebûna dewleta Tirk e.

​​​​​​​'Hêzên navneteweyî dosyaya DAIŞ'ê paşguh dikin'
7 hezîran, 2023   03:27
NAVENDA NÛÇEYAN - CÛDÎ ÎSMAÎL

Pêncşemê (sibê) li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civîna wezîrên dewletên di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de li dar dikeve ku ji 85 dewletan û rêxistinan pêk tê. Wezîrên karên derve yên dewletên endamên Koalîsyona Navneteweyê jî dê beşdarî civînê bibin.

Tevî ku 9 sal di ser avabûna Koalîsyona Navneteweyî re derbas bûn jî heta niha DAIŞ bi temamî bi dawî nebûye. Cîgirê nûnerê DYA'yê yê Koalîsyona Navneteweyî Ian McCurry di hevpeyvînekê li gel rojnameya Şerq El Ewsat de got ruxmî ku ji rewşa xwe ya beriya 5 an 10 salan lawaztir bûye, lê şerê li dijî DAIŞ'ê bi dawî nebûye.

Ian McCurry diyar kir ku li Sûriyeyê çarçoveya mîsoyona Koalîsyona Navneteweyî diyarker e û anî ziman ku kampên koçberan ên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkeke mirovî û ya ewlehiyê ye.

Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê û Kampa Roj a li Qamişloyê ya nêzî sînorê Iraqê kampên herî xeternak li cîhanê ne. Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), çeteyên DAIŞ'ê di aliyê cogafî de di 23'yê Adara 2019'an de qedand, bi deh hezaran malbatên çeteyan ên ku xwe radest kirin, li van kampan hatin bicihkirin.

Li kampa Holê zêdetirî 54 hezar û 390 kes ji penaberên iraqî û zarok û hevjînên DAIŞ'ê hene. Malbatên DAIŞ'ê tevî sûcên kuştinê ku li kampê dikin, îdeolojiya xwe ya tundraw didomînin.

'HEWL DIDIN DEWLETEKÊ AVA BIKIN!'

/kr/uploads/files/2023/06/06/184449_-.webp

Rojnamevan û lêkolînera kar û barên komên terorîst Lamara Arkendî diyar kir ku tevî lawazbûnê wê jî xetereya DAIŞ'ê hîna heye û got: "Hemû cureyên destekê pêşkêşî DAIŞ'ê tê kirin da ku çalakiyên xwe yên terorî di hundirê erdnîgariyekê bike ku wekî sînorê dewleta rêxistinê dibîne û hewl dide vê dewletê ji nû ve ava bike."

Lamara diyar kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî zexteke zêdetir li hikumet û dewletên ku çeteyên DAIŞ'ê jê hatine bike û wan neçar bikin ku welatiyên xwe yên DAIŞ'î vegerînin û wan darizînin.

Lamara Erkendî bi domdarî got: “Metirsiya mezin a kampa Holê ev e; civaka navneteweyî yan jî hikumetên welatên ku DAIŞ jê hatine, dev ji hemwelatiyên xwe berdane, lê metirsî û felaketa herî mezin; mehane 60 an zêdetir zarok li kampa Holê ji dayik dibin, lê belgeyên têkildarî nasnameyên wan tune ne. Ew zarok ji ber fetwayeke ku ji aliyê rêxistina DAIŞ'ê ve hatiye derxistin çêdibin, fetwe zewaca jinan a bi zarokên 12 salî re helal dike."

Rojnamevan û lêkolînera kar û barên komên terorîst Lamara Erkendî diyar kir ku dewleta Tirk di nav de, gelek alî sûdê ji hebûna DAIŞ'ê digirin û destnîşan kir ku hebûna DAIŞ’ê mîsogeriya berdewam a dewleta Tirk e.

'ROLA NAVNETEWEYÎ NE TEMAM E'

/kr/uploads/files/2023/06/06/184505_-.webp

Pisporê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî Munîr Edîb anî ziman ku DYA û hevkarên wê di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ketine şaşiyeke mezin û wiha domand: "Dewleta DAIŞ'ê ya ku di 29'ê Hezîrana 2014'an de ava bûye. DAIŞ bi derbeyên hewayî neket, lê di 23'yê Adara 2019'an de ket. Li vir em behsa 5 salan dikin, ev demeke dirêj e. Koalîsyona Navneteweyî ruxmî ku ji zêdetirî 80 dewletan pêk tê û ruxmî îmkan û çekên wan ên mezin nikarî DAIŞ'ê û dewletan wan hilweşîne."

Edîb wiha axaftina xwe domand: “Xeteriya DAIŞ`ê hîna heye, ew hîna jî dikare li gelek cihên ku berê lê bû êrişan plan bike. Ev civîna ku dibe li Riyadê bê lidarxistin, dê bibe destpêkek ji bo diyarkirina pîvanên sekinandina li hember DAIŞ`ê, dibe ku bandoreke mezintir bike. Bi wê yekê dê guhertinên di nava DAIŞ`ê de li ber çavan bên derbaskirin, şaşiyên Koalîsyonê ku di şerên berê çi dema dewleta DAIŞ`ê heta piştî têkçûna wê de kirine, bên talfîkirin.”

Edîb diyar kir ku ruxmî koalîsyon beriya 9 salan hatî avakirin, lê erka xwe wekî ku tê xwestin pêk neanîiye û wiha pê de çû: “Ji ber nêrîn an jî armanceke stratejîk an amûrên rastîn ji bo tunekirina DAIŞ`ê yan jî ji bo nêzîkbûna li hember wê mijarê, nebûn. Tenê bi êrişên hewayî nêzîk dibûn, lê li ser erdê tu operasyon nebûn.”

Edîb got civaka navneteweyî hin tundrawên ku nasnameyên welatên wan li wan hatine qedexekirin, nehewandin û wiha dewam kir: “Her wiha îradeyek navneteweyî ji bo sekinandina li hember DAIŞ`ê û jinavbirina kampên ku bûne bombeyên demkî, ji aliyê Amerîkayê ve nebûn. Di wan kampan de zarok hene, ew li ser dijberiya dewletê û mirina ji bo kesên ku wekî kavir dibînin mezin bûne, ew êdî mezin bûne.”

Li gorî daneyên ku QSD`ê berê dane ajansa me, li girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 19 hezar çeteyên DAIŞ`ê tên ragirtin, ji wan 7 hezar çeteyên biyanî ne, 12 hezar jî çeteyên sûriyeyî û iraqî ne.

Edîb anî ziman ku hin dewlet ji hebûna DAIŞ`ê ya siyasî û aborî sûd digirin û dixwazin bi wê yekê li din dewletan tevlîheviyê derxin û wiha nirxandina xwe dewam kir: “Lewma, ew dewlet piştgiriyê didin DAIŞ`ê. Êdî ew dewlet tên naskirin, niyetên wan jî tên zanîn. Armanca wan a bingehîn, avakirina dewletekê ji bo vê rêxistina tundraw. Her wiha hin dewlet hene piştgiriya DAIŞ~ê dikin da ku ji hebûna wan sûdê werbigirin. Wana bi rêya qaçaxçîtiyê madeyên petrolê bi dest xistin. DAIŞ hîna bi dawî nebûye, ew di pêvajoyeke lawaz de ye, dibe ku piştî vê pêvajoyê careke din vegere. Ji ber ku têkçûna DAIŞ`ê cografî bû, lê belê fikrên wê hîna hene û hejmareke mezin a alîgir û çekdaran li dora xwe hewandine.”

(bb-c)

ANHA