Hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Helebê berdewam e

Di çarçoveya hemleya “Jin Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî ” de Tevgera Xwendekarên Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêşangehek vekir. Tevgerê destnîşan kir ku hemle dê berdewam bike û banga bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Helebê berdewam e
Hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Helebê berdewam e
Hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Helebê berdewam e
Hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Helebê berdewam e
Hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Helebê berdewam e
Hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Helebê berdewam e
Hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Helebê berdewam e
Hemleya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li Helebê berdewam e
6 hezîran, 2023   18:23
HELEB

Pêşangeh li hola Telêt Heleb a rojhilatê taxê li dar ket. 40 tabloyên şehîdan û xwezaya Efrîna dagirkirî hatin pêşandan.

Di pêşangehê de, endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk Reşa Elî axivî û got: “Fedekariyên şehîdan silav kir ku ji bo rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan û Kurdistanê canê xwe feda kir.”

Hewldanên binkeftî ji bo şikandina vîn

Reşa wiha domand: “Hemleya me heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê berdewam bike. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê tecrîd li rêberê me ferz dike, lê belê niha siyasetên herî kirêt dimeşîne. Ji du salan ve, rêberê me di tecrîdeke mutleq de ye û havdîtinên bi parêzer û malbatê re qedexe dike.”

Reşa destnîşna kir ku Tirkiye hewl dide vîna bawermendên fikrê Rêber Abdullah Ocalan bişikîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ew dixwaze bi van sûcan vîna me bişikîne û me ji fikr û felsefeya Rêberê me dûr bixe. Lê em serê xwe natewînin.”

Di dawiyê de Reşa got: “Çalakiyên me heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê berdewam bikin. Vîna me naşike û heta serokê xwe di nav xwe de bibînin, têkoşîna me berdewam e.”

(dm/şx)

ANHA