​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da sûcên dagirkeran ên li dijî gelê Sûriyeyê

Rojnameyên erebî bal kişand ser polîtîkayên birçîkirinê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî niştecihên herêmên dagirkirî dimeşînin. Di rojnameyan de hate diyarkirin ku dagirker ajokarên kamyonan ên sûriyeyî bi ajokarên Tirk diguherîne.

​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da sûcên dagirkeran ên li dijî gelê Sûriyeyê
6 hezîran, 2023   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî, kabîneya nû ya hikumeta Erdogan û aloziya Yemenê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

‘AJOKARAN XWEPÊŞANDAN LI DIJÎ QEDEXEKIRINA HINARDEYA BO TIRKIYEYÊ LI DAR XIST'

Rojnameya El Weten di gotarekê de bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî. Nivîs wiha ye: "Li gundewarên bakurê Helebê gelek ajokarên kamyonan xwepêşandan li dijî qedexekirina derbasbûna kel û pelên bazirganiyê ji bo Tirkiyeyê li dar xist. Komeke milîsên alîgirên dewleta Tirk hewl da xwepêşandêran ji hev belav bike, di heman demê de binpêkirinên xwe li herêmên di bin serweriya xwe yên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê de li dijî sivîlan didomînin.

Çavkaniyên ragihandinê yên muxalefetê duh ragihand ku gelek ajokarên kamyonên veguhastinê li ser rêya deriyê Bab Selame-Ezaz ên bakurê Helebê li dijî rawestandina tevgera bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û herêmên di bin serweriya milîsên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de xwepêşandan li dar xist. Milîsên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nahêlin ajokarên kamyonan ên sûriyeyî kel û pelên xwe yên bazirganiyê derbasî Tirkiyeyê bikin, lê rê dide ajokarên Tirk ku bixebitin. Ji ber ku karên wan sekinî, aloziyeke debarê li gel xwediyên kamyonan ên sûriyeyî çêbûye.”

Di dewama nivîsê de behsa sûcên din ên dagirkeran ên li dijî niştecihên herêmên dagirkirî hat kirin û wiha hat gotin: "Tê destnîşankirin ku li herêmên di bin serweriya milîsên çekdar ên alîgirên dewleta Tirk a dagirker de şîrketên Tirk dest danîne ser îstismarkirina kehrebe, şebekeyên înternetê û yên peywendiyan. Ji wê zêdetir şîrketên bazirganiyê yên Tirk bazaran kontrol dikin û bi awayekî mezin kel û pelên Tirk derbas dike. Ev dide diyarkirin ku Tirkiye dest daniye ser aboriya herêmê.”

'PISPORIYA ÎSTÎXBARATÎ YA HAKAN FÎDAN MÎSYONA WÎ DI KARÊN DERVE DE HÊSAN DIKE'

Têkildarî rewşa Tirkiyeyê jî rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan mîsyona Wezareta Karên Derve da Hakan Fîdan. Bi vê yekê dixwaze sûdê ji pisporiya wî ya îstîxbaratî û hewldanên wî yên sererastkirina têkiliyên dîplomatîk ên Tirkiyeyê yên bi derve re bigire.

Lê tayînkirina Mehmet Şîmşek di Wezareta Darayî de, gumanên veberhêneran li ser ketina rêjeya faîzê ya Erdogan zêde dike, ji ber ku ew sedema daketina nirxê lîreyê Tirk e. Vê yekê jî bi awayekî zelal bandor li rewşa aborî ya Tirkiyeyê kir.

Hakan Fîdan ji ber nêzîkbûna wî ya mezin ji serokkomar Erdogan re, derfeta şopandina dosyayên cur bi cur ên biyanî bi dest xist. Dibe Fîdan kesê herî guncaw be ku bikare pirsgirêkan, di serî de dosyaya têkiliyên bi Şamê re çareser bibe. 

Çavdêr dibêjin Hakan Fîdan bi dosyaya Sûriyeyê ji hemû aliyên wê yên siyasî, ewlehî û penaberan ve girêdayî ye. Ev yek dê jê re bibe destekek ku çareseriyên aktîf û bilez ji bo hêsankirina proseya diyalogan bi Şamê re pêşkêş bike.

Ajansa Bloomberg ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan got, Fîdan ji bo başkirina têkiliyên dîplomatîk bi Misir, Îsraîl, Îmarat, Iraq û Sûriyeyê re diyalog pêk anîn.

Li gorî çavdêran, siyaseta çareserkirina aloziyan a ku Erdogan ji 2 salên dawîn ve dimeşîne pêwîstiya xwe bi kesayetekî heye ku sedemên aloziyên berê dinase û dikare biryaran bide, nemaze ku têkiliyên Tirkiyeyê bi hin koman an jî endamên tundraw ên ku fikaran ji hin dewletên herêmî re çêdike, dîsa jî destwerdana rasterast a Tirkiyeyê di hin dosyayan de wekî Sûriye û Lîbyayê."

'JI BO YEMENÊ NÎŞANEYÊN TIFAQA AŞTIYÊ'

Der barê aloziya Yemenê de rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Neteweyên Yekbûyî nîşaneyên tifaqa aştiyê ya ji bo Yemenê eşkere kir. Nûnerê NY'yê yê Yemenê Hans Grundberg û navbeynkarên herêmî û navneteweyî li ser pêkanîna vê tifaqê kar dikin. NY'yê diyar kir ku ew dixebite da ku lihevkirinekê der barê tedbîrên başkirina mercên debarê, lihevkirina agirbestê û destpêkirina pêvajoya siyasî de bibîne.

Hans Grundberg ku bi serokê meclisa serokatiyê Reşad El Elîmî, cîgirê wê Eydrûs El Zubeydî, serokwezîr Mûîn Ebdulmelek û serokê parlamentoyê Sultan El Burkanî û Hûsiyan re jî hevdîtin pêk anîn, diyar kir ku wî tevahî rêbazên pêkanîna tifaqê nîqaş kirin.

Ji bo nîqaşkirina rêbazên mîsogerkirina desteka navneteweyî û herêmî û ji bo pêşxistina hewlên navbeynkaran ên bi serkêşiya NY'yê têne kirin, Grundberg di heman demê de bi balyozê Erebistana Siûdî yên li Yemenê Mihemed El Cabir, balyozên 5 dewletên endamên Konseya Ewlehiyê re hevdîtin kir."

(bb)