​​​​​​​Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bibînin careke din serlêdan kirin.

​​​​​​​Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
6 hezîran, 2023   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç ve Faik Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û nêzî 3 sal in tu agahî jê nayê wergirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.