Keştiyeke penaberên sûriyeyî noqî avê bû

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku keştiyeke ku 22 penaberên sûriyeyî tê de bûn û duh ji beravên Cezaîrê ber bi Spanyayê ve bi rê ketiye, noqî avê bûye.

Keştiyeke penaberên sûriyeyî noqî avê bû
6 hezîran, 2023   07:56
KOBANÊ

Navenda Belgekirina Binpêkirinan diyar kir ku keştiyeke ku 22 penaberên sûriyeyî tê de bûn, duh êvarê ji bajarê Erhat ê wîlayeta Tîbaza ya Cezaîrê ber bi Spanyayê ve bi rê ketiye û piştî çend saetan noqî avê bûye.

Li gorî navendê, hêzên deryayî yên Cezaîrê duh êvarê, tevî yên zarokan, gelek cenaze derxistine û birine Nexweşxaneya Sîdî Gîlas.

Gelek hesabên li ser medyaya dijîtal jî agahî parve kirin ku di nava penaberan de, kesên ji Kobanê jî hene.

Heta vê kêliyê ev agahî nehatine piştrastkirin, lê belê navendê li gorî hêzên deryayî yên Cezaîrê da zanîn ku tenê zarokek ji qezayê filitiye.

(c)

ANHA