​​​​​​​Gelo Erdogan dawiya komên îslama siyasî yên li Tirkiyeyê tîne?

Erdogan careke din bû serokkomarê Tirkiyeyê û diyar e bi israr e ku hevrikên xwe yên berê îqna bike ku êdî dema rêbazên wî yên şer boriye. Nexasim ku hewldanên vegerandina têkiliyan bi Misir û Siûdiyê re hene, têkiliyên wê bi Îmarat û Îsraîlê re jî hatine guhertin.

​​​​​​​Gelo Erdogan dawiya komên îslama siyasî yên li Tirkiyeyê tîne?
6 hezîran, 2023   07:47
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Erdogan têkiliyên xwe bi 4 dewletan re vedigerîne. Ew dewlet bi dijberiya xwe ya li hember tevgerên îslama siyasî û di serî de “Îxwan Muslimîn” tên nasîn. Gelo çarenûsa van tevgeran çi ye, dê Erdogan çawa nêzî wan bibe û Erdogan dê têkiliyên xwe bi îxwanan re bi dawî bike?

Lêkolînerê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî Mûnîr Edîb têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Mûnîr Edîb wiha axivî: “Erdogan, Îxwan hewandin û nasnameya tirkî da wan. Kartên niştecihbûnê jî dan beşeke mezin a endamên komê. Ev nîşan dide ku Tirkiyeyê ew hewandin û dê hîn jî hemû tevgerên îslama siyasî û îxwanan bihewîne. Ruxmî ku siyaseta wî hat guhertin jî û diyar e ku dê nêrîna wî di 5 salên pêş de bê guhertin, lê belê Erdogan dê îstîsmarkirina van komên ku li Tirkiyeyê bi cih bûne, dewam dike.”

Edîb bi bîr xist ku desthilata Tirkiyeyê nasnameya tirkî û karta niştecihbûnê nedaye fermandarê Îxwanan Wecdî Xenîm û got: “Ev yek dibe ku bi awayekî din bê femkirin; Xemîn hin taîfeyên xiristiyan, efserên polîsan û fermandariya siyasî ya Misirê wek kafir bi nav kirin. Ji lew re bidestxistina nasnameya Tirkiyeyê dê Enqereyê li pêşberî cîhanê bide şermkirin. Lewma nasname nedan wî. Lê di heman demê de, kartên niştecihbûnê dan hin kesên din ên ser bi tevgerên tundtir ve û milîsên çekdar ên girêdayî Îxwan Muslimîn, mîna tevgera Hesim, Lîwa Sewra, fermandar, emîr û endamên wan tevgeran ên li Tirkiyeyê bi cih bûne. Her wiha bi sedan îxwanî li Tirkiyeyê dimînin.”

Edîb di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye ji berê de û hê jî piştevanê sereke yê koma Îxwan Muslimîn e û wiha dom kir: “Erdogan piştevanê gelek milîsên tundraw e. Lewma, eger di 5 salên pêş de piştevanî nebe, dê wan rêxistinan ji bo pêkanîna armancên xwe, berjewendiyên xwe yên siyasî yan jî berjewendiyên dewleta xwe di dema pêş de, bi kar bîne. Ev yek ji taybetiyên Erdogan e, ji lew re ew têkiliyan bi dewletên Ereban re datîne, di heman demê de piştgiriyê dide wan milîsan anku DAIŞ û Nusrayê.”

Mûnîr Edîb anî ziman ku ev milîsên çekdar, Erdogan wek pişt ji xwe re dibînin û wiha lê zêde kir: “Ev nêrîneke hevpar e; hem milîs hem jî Erdogan, her du hev girîng dibînin. Ji lew re dema ku Erdogan di hilbijartinên dawîn de bi ser ket, wan milîsan gule teqandin û pîrozbahî çêkirin.”

(c)

ANHA