​​​​​​​Leyla wesyeta bavê xwe bi cih tîne

Keça şehîd Feysel Ebû, Leyla gav bi gav ber bi pêkanîna xeyalê bavê xwe ve diçe ku bibe bijîşek û şevan û zarokên şehîdan tedawî bike.

​​​​​​​Leyla wesyeta bavê xwe bi cih tîne
5 hezîran, 2023   04:40
KOBANÊ

Dema ku fermandarê Tabûrên Şems El Şemal Feysel Ebû Leyla 5'ê Hezîrana 2016'an di Pêngava Rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bû, temanê keça wî Leyla 6 sal bû. Şehîd Ebû Leyla hêvî dikir ku keça wî Leyla di pêşerojê de bibe bijîşkek. Leyla bêterdudu hewl dide wesiyeta bavê xwe bi cih bîne.

Leyla piştî ku refa 7'an bi serketî qedand û karnameya xwe wergirt, serdana gora bavê kir û jê re got ew ê westiya wî bi cih bîne û di pêşerojê de bibe bijîşek û zarokan şehîdan û şervanên li eniyên berxwedanê yên birîndar tedawî bike.

Leylayê got: "Bavê min gelek leheng bû û di oxira ku zarokên welatê min bi aramî bijîn de canê xwe feda kir. Ez bi şehadeta bavê xwe serbilind im. Bavê min li her cihên ku şerê lê diqewimî bû. Her timî bavê me bi re rast bû û digot ez ne ji bo we tenê şer dikin, lê belê ji bo tevahî zarokên ku bi xetereya çeteyan re rû bi rû ne, şer dikin. Ji me re digot, bixwînin ji bo serê min bi we bilind be. Ji min dixwest ku bibim bijîşk ji bo ku zarokên şehîdan û şervanên li xendeqên berxwedanê tedawî bikim. Ji ber vê yekê ez dixwînin. Ez fêrî zimanê kurdî dibin ku hêviya bavê min bû."

Leyla bi bîr xist ku bavê wê kêm caran serdana malê dikir û şer hemû dema wî digirt û wiha domand: "Bavê qebûl nedikir ku ev xak ji aliyê çeteyan ve were qirêjkirin û tevahî dema dabû vê armancê. Em bi hêrs nedibûn, ji ber me dizanî ya ku bavê min dike dirust e, baweriya me pê gelekê xurt bû. Me dizanî ku dev ji xaka xwe ya ku li benda rizgarkirina ji terorê ye, terk nake û bi serbilind gihaşt asta şehadetê."

Dema şerê li Kobnaê, Ebû Leyla nameyek ji keça xwe Leyla re nivîsand. Name wiha ye:

"Rêya me wiha ye. Parastin û kar erkên me ye. Ez ê ji bo te û zarokên wekî te şer bikim. Ji bo ku zarokên van xakan di pêşerojek xweştir û azad de bijîn, em singa xwe didin ber hemû talukeyan, ji bo dema hûn mezin bibin nebêjin we tiştek ji bo me nekir. Min pir bêriya te kiriye Leyla. Eger sax bim yan jî şehîd bim tu yê bi bavê xwe serbilind bî."

Fermandar Feysel Ebû Leyla bi lehengî beşdarî şerê li hemberî hêzên hikumeta Şamê yên li taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd, Heleb a Kevn û eniya Laziqiyê bû. Her wiha di berxwedana dîrokî ya Kobanê, pêngavên rizgarkirina Sirîn, Girê Spî, Hol, Şedadê û Bendava Tişrîn ji çeteyên DAIŞ'ê de cih girt. Herî dawîn di Pêngava Rizgarkirina Minbicê  de şehîd bû. Piştî şehadeta wî pêngav bi navê "Pêngava Fermandar Feysel Ebû Leyla ya Rizgarkirina Minbicê" dewam kir û bi rizgarkirina tevahî Minbicê encam bû.

(bb)

ANHA