​​​​​​​Balafirên bêmirov Moskov bombebaran kir

Şaredarê Moskovê diyar kir ku balafirên bêmirov gelek avahiyên li Moskovê bombebaran kirin. Ev êrişa duyemîn e ku li dijî herêmê pêk tê.

​​​​​​​Balafirên bêmirov Moskov bombebaran kir
30 gulan, 2023   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê Moskovê Sergey Sobyanin da zanîn ku balafirên bêmirov bajar bombebaran kiriye.

Sobyanin li ser Telegramê got di encama êrişê de zirarên biçûk bi gelek avahiyan bûne lê birîndarî çênebûne.

Her wiha parêzgarê Moskovê Andrey Vorobyov jî got gelek balafirên bêmirov dema nêzî Moskovê bûn, hatin xistin.

Li gorî agahiyên destpêkê yên malpera Russia Today (RT), pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê dema balafirên bêmirov nêzî herêma New û herêma Rublovka ya Moskovê bûn, 13 balafir xistin xwarê.

RT diyar kir ku 3 balafirên bêmirov avahiyên li Kolana Leninsky Prospect, Kolana Profsoyuznaya û Kolana Atlasova bombebaran kirin.

Tîmen awarte yên Moskovê got balafiran li Moskovê; Kolana 98 Prosoyuznaya û Kolana Atlasova 2 avahiyên bombebaran kirin. Lê tu birîndarî tune ne.

Ukraynayê heta niha tu agahî li ser êrişê parve nekirine.

Desthilatên Rûsyayê ragihandibû ku 2 balafirên bêmirov destpêka vê mehê Kremlîn bombebaran kiribû û ev êriş bi hewldana sûîqestkirina serok Vladimir Pûtîn wesf kiribû. Ev êrişa duyemîn a li dijî Moskovê ye.

(fr)