​​​​​​​KNK di sedsaliya Lozanê de kongreyekê li dar dixe

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dê di 22-24’ê Tîrmehê de bi boneya sedsaliya Peymana Lozanê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê kongreyeke neteweyî li dar bixe.

​​​​​​​KNK di sedsaliya Lozanê de kongreyekê li dar dixe
30 gulan, 2023   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dê bi boneya salvegera sedsaliya Peymana Lozanê, bi tevlêbûna pêkhateyên çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê kongreyeke neteweyî li dar bixe.

Têkildarî mijarê endamê KNK’ê Şoreş Xidir ji Rojnewsê re axivî. Xidir got Peymana Lozanê, peymaneke li dijî neteweya Kurd û hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn e û diyar kir ku di sedsaliya wê de, dem hatiye ku Kurd li dijî vê peymanê bibin xwedî helwest.

Şoreş Xidir wiha axivî: “Bivê armancê em dixwazin di 22-24’ê Tîrmeha 2023’yan de li bajarê Lozanê kongreyek neteweyî ku pêkhateyên her çar parçeyên Kurdistanê tev lê bibin, li dar bixin. Ji bo ku ev kongre bikeve rojevê, li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, dê xebat bên meşandin. Em bang li hemû aliyên siyasî, kesayet, mamosteyên zanîngehan dikin ku di vê mijarê de xwedî gotin bin.”