Di Pêşangeha Şêwekariya de reng û hunera jinan

Tevlêbûna jinan di Pêşangeha Şêwekariyê ya Rojava de zêde ye. Jinên şêwekar di tabloyên xwe de mijarên wekî xweza, rêwîtiya penaberiyê, parastina folklorê û berxwedana jinan nîşan didin.

Di Pêşangeha Şêwekariya de reng û hunera jinan
Di Pêşangeha Şêwekariya de reng û hunera jinan
Di Pêşangeha Şêwekariya de reng û hunera jinan
Di Pêşangeha Şêwekariya de reng û hunera jinan
Di Pêşangeha Şêwekariya de reng û hunera jinan
30 gulan, 2023   08:08
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di 20`ê Gulanê de Sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn bi beşdariya 40 şewekaran li Kobanê dest pê kir. Sempozyum ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê ve bi hevkariya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat organîzekirin û heta 26`ê Gulanê dewam kir.

Di 28`ê Gulanê de jî Pêşangeha Şêwekariyê ya Rojava ya salane li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hat vekirin.

Pêşangeha Rojava bi dirûşma “Bi hev re em hunerê bikin bihara dilan” ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin. Ji herêmên cuda 100 şêwekar bi 109 tabloyan beşdarî pêşangehê bûne. Tabloyên hatine pêşandan bi mijarên cur be cur in; wekî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, pirsgirêkên civakê, zarokatî, xweza û jin.

`RÊWÎTIYA MIRINÊ`

Şêwekarên jin ên ku beşdarî Pêşangeha Şêwekariyê ya Rojava bûne, mijarên tabloyên xwe ji me re şîrove kirin.

Sîham Hico ya ji Kobanê, bi tabloya xwe ya bi navê `Rêwîtiya Mirinê` tev li pêşangehê bûye û got: “Gelek ji welatiyan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest da. Min xwest di tabloya xwe de bangekê bikim.”

BERXWEDAN Û PARASTINA ÇANDÊ

Şêwekara bi navê Nesrîn Mihemed ku ew jî ji Kobanê ye, di tabloya xwe de bal kişandiye ser berxwedana Kobanê. Temaya berhema Nsrînê peykerê şervana YPJ`ê şehîd Arîn Mîrkan, Girê Miştenûr û Kobanê ye. Nesrînê got: “Bi vê tabloyê banga parastina folklor û bîranîna şehîdan dikim.”

Şêwekara bi navê Kewser El Xelef ji Reqayê jî di tabloya xwe de xweza nîgar kiriye. Kewserê der barê tabloya xwe de got: “Hezkirina min ji xwezayê re heye, girêdana bi xwezayê ve taybetmendiyeke jinan e.”

(bb)

ANHA