​​​​​​​'Tûra duyemîn a hilbijartinên li Tirkiyeyê dê zehmettir be'

Lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê Ûsama Seîd diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê dê gelekî zehmet be û got “Texmîn dikim ku muxalefet dengên nû bi dest bixe û ferqa di navbera dengan de kêm be. Dibe ku surprîzek çêbe û Kiliçdaroglu bi ser bikeve.”

​​​​​​​'Tûra duyemîn a hilbijartinên li Tirkiyeyê dê zehmettir be'
26 gulan, 2023   03:17
QAHÎRE - MUHSIN EL MISRÎ

Namzetê ‘Tifaqa Ata’ Sînan Ogan ragihandibû ku ew di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de piştgiriyê dide Erdogan. Gelek hevalbend û alîgirên Ogan bi xwe jî Ii hember vê gavê şoq man. Serokê Partiya Serkeftinê Umit Ozdag jî diyar kir ku ew ê di tûra duyemîn de piştgiriyê bide namzetê muxalefetê Kemal Kiliçdaroglu. Partiya Serkeftinê (Zafer Partisi) jî pêkhateyeke Tifaqa Ata ya nîjadperest bû.

Partiya Serkeftinê di hilbijartinên parlamenteriyê de ji sedî 2.23 deng bi dest xistibûn. Sînan Ogan jî ji sedî 5.17 deng bi dest xistibûn.

Li gorî çavdêran, dê tûra duyemîn a hilbijartinê zêdetir germ bibe û dibêjin ku derî li ber hemû îhtîmalan vekirî ne. Nexasim ku Erdogan gelek alîgirên xwe ji dest dan, di encama tûra yekemîn de ev yek berbiçav bû. Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de, di tûra yekemîn de bi bin neketibû.

BANDORA OZDAG Û ERDOGAN

/kr/uploads/files/2023/05/25/190741_-.webp

Lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê yê ji Misirê Ûsama Seîd der barê mijarê de ji ajansa me re axivî. Seîd diyar kir ku piştgiriya serokê Partiya Serkeftinê ji bo namzetê muxalefetê, dê ji biryara Sînan Ogan a piştgirîdayîna Erdogan zêdetir bandorê li hilbijartinan bike.

Ûsama Seîd got: “Ogan li ser dengên ku bi dest nexistibûn, bazar dikir û hewl dide eger Erdogan bi ser bikeve, destkeftiyan bi dest bixe. Anku dengên ku behsê dikir, hîna bi dest nexistibûn. Tevî ku Ogan di tûra yekemîn a hilbijartinan de ji sedî 5`ê dengan bi dest xistin, lê belê ew ne xwedî bandor e, anku bandor û alîgiriya wî  kêmtirî ji sedî 0.05`an e. Tu bandora vê jî tune ye. Lê belê bandora Partiya Serkeftinê zêdetir bû. Hewlesta wê partiyê ya berê jî mîna niha bû, ji berê de piştgirî dida muxalefetê. Her wiha di hilbijartinên paralamenteriyê de ji sedî 2.23`yê dengan bi dest xist.”

Seîd destnîşan kir ku biryara Partiya Serkeftinê dê şensê muxalefetê di hilbijartinê de zêdetir bike û wiha dom kir: “Dibe ku hinên neteweperest jî dengê xwe bidin Kiliçdaroglu. Serkeftina muxalefetê bi rêjeyeke mezin dê li ser hêza tîma Kiliçdaroglu a bidestxistina dengên nû yên ku beşdarî tûra yekemîn nebûne, bisekine.”

TAWANBARIYÊN JI BO OGAN

Seîd anî ziman ku gelek kes dibjerî piştgiriya Ogan ji Erdogan re derketin û diyar kir ku Ogan ji Erdogan zêdetir nêzî muxalefetê ye û wiha pê de çû: “Gelek tawanbarî ji bo Ogan hene, ji ber ku hewl da piştre hin destkeftiyan bi dest bixe. Ji lew re dibe ku bandorê li dengên ku di tûra yekemîn de dengê xwe dane wî, bike. Ev yek jî dikeve berjewendiya namzetê muxalefetê. Bloka Ogan tenê blokeke yekgirtî nîn e ku bi fermanên wî tev bigere, lê belê ji gelek partî, tifaq û meylên siyasî yên cuda pêk tê. Piştî jihevxistina Tifaqa Ata, hin partî dê berê xwe bidin namzetê muxalefetê. Ev yek ji helwesta Partiya Serkeftinê ku pêkhateyeke sereke ya tifaqê ye, diyar dibe.”

Ûsama Seîd diyar kir ku dê şerê hilbijartinê di tûra duyemîn de zehmettir be û got: “Texmîn dikim ku muxalefet dengên nû bi dest bixe û ferqa dengan di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de kêm bibe. Dibe ku surprîzek jî çêbe û Kiliçdaroglu bi ser bikeve. Ev yek li ser hêza wî ya kişandina beşên nû yên ciwanan e ku beşdarî dengdayîna tûra yekemîn nebûne.”

Seîd got heta eger Erdogan bi ser bikeve jî, Tirkiyeya piştî hilbijartinan dê ne wekî ya beriya hilbijartinê be û wiha dewam kir: “Nexasim ku ev cara yekemîn e muxalefeta Tirkiyeyê dibe yek. Eger Kemal Kiliçdaroglu namzetê yekane yê di pêşbirka bi Erdogan re bûya, dê karîbûya di tûra yekemîn de bi ser bikeve.”

QEBÛLKIRINA TÊKÇÛNÊ

Têkildarî asta qebûlkirina encamên hilbijartinê ji aliyê Erdogan ve, Ûsama Seîd got: “Erdogan deshilatdar e, nexasim ku nêzî 20 sal e hemû desthilat di destê wî de ye, wekî ku bi nexweşiya desthilatê ketibe. Li gorî Erdogan, Tirkiye bêyî wî nabe û ji bilî tevliheviyê tu alternatîfên wî tune ne. Ev jî nexweşiya zordar û destpotan e. Axaftinan Erdogan a radestkirina desthilatê eger di hilbijartinan de bi bin bikeve, tenê propagandaya ragihandinê ye. Erdogan heta dawiya jiyana xwe tenê xwe li ser desthilatê dibîne. Lewma, eger di tûra duyemîn de bi bin bikeve, dê mesele bi hêsanî derbas nebe. Mîna ku di şerê hilbijartinên Şaredariya Stenbolê de lê hatiye, dema ku hilbijartin bi temamî betal kirin.”

(c)

ANHA