​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-5-2023
25 gulan, 2023   23:00

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li welatê rûmet û şerefê bi hezaran çîrokên berxwedanê hene. Baran ê ji Nisêbîna Bakurê Kurdistanê di rêya azadî û rûmetê de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê çete û dagirkeran kir û di oxira parastina gel de şehîd bû.  Hêviya wî ew bû ku sînorên Kurdistanê parçe dikin, werin rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasan diyar kir ku hikumeta Iraqê bi dorpêçkirina Mexmûrê, peymana navneteweyî ya 1951’an û protokolên wê yên 1967′an, binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berpirsên Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn diyar kirin ku asta beşdarbûnê îsal ji sempozyumên berê baştir û bilindtir bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê Ûsama Seîd diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê dê gelekî zehmet be û got “Texmîn dikim ku muxalefet dengên nû bi dest bixe û ferqa di navbera dengan de kêm be. Dibe ku surprîzek çêbe û Kiliçdaroglu bi ser bikeve.” (BI WÊNE)

Radyoya Şehba FM a li Helebê ku di Çileyê de dest bi weşana test kiribû, di 1′ê Hezîranê de bi bultena nûçeyan û bernameyên cur bi cur dest bi weşanê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê kongreya xwe ya 5`an bi dirûşma “Civaka rewşenbîr dabîna parastina destkeftiyan e” li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi însiyatîfa Nivîsgeha Têkiliyan a QSD`ê ya herêma Cizîrê û êlên herêmê, ji bo lihevanîna 2 êlan; El Seyd El Neîm û El Heyal civîneke lihevhatinê li dar dixe saet di 17:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA