​​​​​​​Hiqûqnas: Hikumeta Iraqê peymanên parastina penaberan binpê dike

Hiqûqnasan diyar kir ku hikumeta Iraqê bi dorpêçkirina Mexmûrê, peymana navneteweyî ya 1951’an û protokolên wê yên 1967′an, binpê dike.

​​​​​​​Hiqûqnas: Hikumeta Iraqê peymanên parastina penaberan binpê dike
26 gulan, 2023   00:15
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Artêşa Iraqê ji çend rojan ve li ser 12 hezar penaberên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li parêzgeha Nînewa ya Iraqê dorpêçek ferz kiriye. Artêşa Iraqê xendekan dikole û têlan datîne, tevî ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di 2011′an de ew wek wargeha penaberan nas kir.

Di aliyê qanûnî de hiqûqnasan eşkere kir ku kiryarên hikumeta Iraqê yên dorpêçkirina niştecihên wargeha Mexmûrê dûrî qanûnên navneteweyî ye. Ji ber ku ew wargeh a penaberên siyasî ye û di bin sîwana NY′yê de ye.

/kr/uploads/files/2023/05/25/190627_.webp

Endamê rêveber ê Yekitiya Parêzeran şaxê Hesekê Kawa Fatimî kiryarên hikumeta Iraqê û tevkariya PDK′ê şermezar kirin û wiha got: "NY′yê bi hevkariya hikumeta Iraq û desthilatdarên Herêma Kurdistanê û li gorî peymanên Cinêvê yên mafên penaberan li ser parastina wargeha Mexmûrê li hev kir."

Fatimî wiha domand: "Ruxmî van peymanan, hikumeta Iraqê li ser niştecihên wargehê dorpêç ferz kir û wan bi çekan dike hedef. Her wiha êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker paşguh dike. Ew yek binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ye."

Ji 1994′an ve penaberên wargeha Mexmûrê rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker, astengî û dorpêça hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê tên. Tevî ku wargeh di bin sîwana NY′yê de ye, lê tê binpêkirin.

Fatimî destnîşan kir ku bi her şêweyî dibe bila be, nabe hikumeta Iraqê êrişî niştecihên wargehê bike. Jiber ku wê li ser peymana Cinêvê û NY′yê îmze kir. Fatimî wiha pê de çû: "Nabe wargeh were dorpêçkirin, ji ber ku di bin sîwana NY′yê û peymanên Cinêvê de ye."

Hiqûqnas Kawa Fatimî bang li NY′yê kir ku tevî komîteya lêpirsîna rastiyan bi awayekî lezgîn biçin Bexda û Hewlêrê da ku rewşê bişopînin û raporekê ji Konseya Ewlehiyê ya NY′yê re pêşkêş bikin da ku dewleta Iraqê agahdar bikin ew peymanên navneteweyî binpê dike.

/kr/uploads/files/2023/05/25/190609_.webp

Li aliyekî din jî hiqûqnas Beşîre Cemaledîn bang li tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî û qanûnî yên têkildarî kiryarên hikumeta Iraqê yên li dijî niştecihên wargehê rabin û dorpêçê bi dawî bikin.

Beşîre wiha got: "Peymanên navneteweyî yên di 1951 û protokokên wan ên 1967′an de hatine îmzekirin teqeziyê bi parastina penaberan û mafên niştecihên li wargeha Mexmûrê dikin."

Peymana 1951′an û protokolên wê yên 1967′an ên têkildarî rewşa penaberan, bingeha qanûnên penaberiyê ne û her yek a din temam dike. Li gorî wê divê 139 hikumetên ku qanûna parastina penaberan a 1951′an îmze kiriye, pabendî wê bin.

(fr)

ANHA