​​​​​​​Tevgereke zêde ya balafirên şer li asîmanê Şengalê heye

Li asîmanê Şengalê û kampa Xanikê ya parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê tevgereke zêde ya balarfirên şer heye.

​​​​​​​Tevgereke zêde ya balafirên şer li asîmanê Şengalê heye
25 gulan, 2023   20:10
NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî Roj Newsê ragihand ku li asîmanê her du herêman tevgereke zêde ya balafirên şer heye û diyar kir ku li ser asteke nizm digerin.

Tê bibîrxistin ku balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî Şengalê zêde kirin. Di 16`ê Gulanê de malek li navçeya Xanesorê, di 23`yê Gulanê de jî, mêvanxaneya YBŞ`ê ya li gundê Xelef ê herêma Barî bombebaran kir.

(şx)