​​​​​​​Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido: Ji tarîtiyê ber bi derçûna nifşan ve

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê ku berî Şoreşa Rojava cihê wê di bin kontrola hişmendiya Baas de bû, êdî bûye dibistaneke hunerî ku nifş jê derdiçin.

​​​​​​​Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido: Ji tarîtiyê ber bi derçûna nifşan ve
24 gulan, 2023   01:30
KOBANÊ

Bi destpêka Şoreşa Rojava re, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji tarîtiyê derbasî ronahiyê bû, ku di serî de navê wê yê berê 'Navenda Çandê ya Eyn El Ereb' bû û bi armanca tunekirina nasnameya çandî ya gelên herêmê hatibû avakirin. Lê dûre û piştî şoreşê, nav hat guhertin û ji bo bîranîna hunermendê nemir Baqî Xido, navê wî li Navenda Çand û Hunerê hat kirin.

Li navendê gelek beşên fêrkirinê hene. Di wan beşan de, keç û xortên herêmê, çanda ku nifşên berê jê bê par mane, fêr dibin. Ji wan beşan wênexêzkirin, muzîk, sînema û şano.  Li navendê pirtûkxaneyek heye ku bi hezaran pirtûkên çandî hebûn lê di êrişa DAIŞ`ê li dijî Kobanê de sala 2014`an, bi hezaran pirtûk winda bûn.

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido xwedî girîngiyeke mezin e di warê hunerê de, ku bi hezaran şagirt ji beşên wênexêzî, şano, stranbêjî û govendê jê derdiçin û piştre jî ew şagirtên derçûyî dewreyên din bi rê ve dibin, lîstikên şanoyê dinivîsin û derhêneriyê dikin. Di nav koman de beşdarî mîhrîcan û çalakiyên li herêmê li dar dikevin dibin.

/kr/uploads/files/2023/05/23/192315_-1.webp

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Osman Elî got: "Em hewl didin bi rêya vê navendê zarokên xwe fêrî çanda xwe bikin ku nifşên beriya wan, ji ber hişmendiya tundraw a desthilatê, jê par mabûn. Lê belê îro nifşekî me heye ku êdî lîstikên şanoyê dinivîse û derhêneriya wan dike û pêşangehên wênexêziyê bi rê ve dibe û beşdarê dibe. Eger em bala xwe bidinê em ê nas bikin ku ev pêşketin bi saya Şoreşa Rojava ye tevî ku hîna em di destpêka rê de ne."

Elî wiha domand: "Dema ku êriş li dijî herêmekê be, ew di serî de çanda wê herêmê dike armanc da ku reh û koka wê tune bike. Li dijî Kobanê bi taybetî jî gelek êriş pêk hatin, di dema desthilatiya Baas de me çalakiyên xwe yên hunerî bi dizî li dar dixistin û metirsiya desteserkirinê li pêşiya her endamek ji me bû, lê belê îro em ev zehmetî derbas kirin û êdî çanda me jî bûye xwedî rengekî taybet."

Di dema desthilatiya hikumeta Şamê de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido panelên îdeoloj dihatin lidarxistin ku tê de endamên Baas fikrê şagirtên ku ji bo xwendinê berê xwe didan navendê winda dikirin. Lê belê Şoreşa Rojava ev plana Baasî ya ji bo guhertina nasnameya çandî ya herêmê têk bir û êdî navend rizgar bû û çalakiyên wê yên hunerî û çandî dûrî siyasetê tên lidarxistin.

Der barê projeyên pêşerojê yên navendê de Osman Elî destnîşan kir ku ew amadekariya çalakiyên destpêka havînê dikin ku piraniya wan pêşangehên wênexêzî û hunera şêwkariyê ne. Dê tê de komên navendê beşdar bibin. Her wiha da zanîn ku navend amadekariyan dike ku kilîpeke taybet a Koma Botan dike. Navend di navbera endamên berê û nû, yên li derve û hundir de koordîne dike ji bo ku stran bi ser keve.

(mh/şx)

ANHA