​​​​​​​Siyasetmedaran: Berdewamkirina tecrîdê temamkirina komploya 1999`an e

Siyasetmedar û hiqûqnasan diyar kir ku armanca pergala kapîtalîst ji tecîrda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ew e ku planên ku nikarin bi rêya komployê pêk anîbana, bi cih bînin. Her wiha anîn ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya mirovahiyê ye.

​​​​​​​Siyasetmedaran: Berdewamkirina tecrîdê temamkirina komploya 1999`an e
23 gulan, 2023   23:40
​​​​​​​MINBIC

Ji zêdetirî 2 salan ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên girtin ku zêdetirî 24 sal in di girtîgeha girava Îmraliyê de dîl hatiye girtin. Li hemberî tecrîdê bertekên gelên ku bi fikr û fesefeya wî bawer in zêde dibin.

/kr/uploads/files/2023/05/23/192434_-_-__.webp

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulqadir El Hisên diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji komployên herî mezin ên li dijî xwediyê fikrên azad in. Her wiha destnîşan kir ku pergalên kapîtalîst bi rêya dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan dixwazin parçebûna gelan bisepînin.

El Hisên bal kişand ku pergalên kapîtalîst ên dewletî di nava hewldanan de ne da ku şer û pirsgirêkan di nava civakan de derxin û di encamê de planên xwe bi cih bînin û gel di nava koletiyê de bimîne.

Her wiha destnîşan kir ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan bi vê armancê pêk hat ku rê li ber têkoşîna azadiya mirovahiyê û rizgarkirina civakan ji koletiyê bê girtin.

Ebdulqadir El Hisên got, tevî girtin û zextên li ser Rêber Abdullah Ocalan lê ramanê wî gihaşt tevahî gelan û gel ramanên wî wekî çareseriyê ji pirsgirêkan re dibîne.

El Hisên anî ziman ku tecrîd negihişt serî û wiha dom da axaftina xwe: "Kesên bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in bi rêya gelek ezmûnan planên ku wan dikirin hedef vala derxistin. Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka vê yekê ye. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a ku ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan hatiye girtin, li hemberî siyaset û planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rabûn. Her wiha li hemberî terorê sekinîn.”

/kr/uploads/files/2023/05/23/192448_-.webp

Hiqûqnas Îmad El Hemed jî diyar kir ku desthilata dewleta Tirk bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û tecrîdê qanûn û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan, danezane mafên mirovan a cîhanê ya sala 1948 an bin pê dike. Ji ber vê yekê El Ehmed peyman û qanûnên navneteweyî wekî ximav li ser kaxizê wesif kir.

El Ehmed anî ziman ku bidawîkirina tecrîdê û azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgarkirina mirovahî ji koletî, zilm, despotî û rizgarkirinan jinan e û got, ev hemû rêgezên jiyanê yên sereke ne ku bêyî wan jiyan nabe.

(bb)