​​​​​​​`Parastina zeviyan girêdana bi axê xurttir dike`

Cotkarên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê destnîşan kirin ku divê her kez berhemên xwe yên çandiniyê biparêzin. Her wiha diyar kirin ku ev rêbaz, girêdana bi axê û hevkariya bi hêzên ewlehiyê re, xurttir dike.

​​​​​​​`Parastina zeviyan girêdana bi axê xurttir dike`
24 gulan, 2023   03:47
HESEKÊ

Çanda parastina berhemên çandiniyê û zeviyan li herêmê kevnar e. Nîşaneya girêdana bi axê ye.

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li erdê xwe dimînin, ji bo ku wê ji şewatan biparêzin. Bi vê helwesta xwe dixwazin hevkariya hêzên ewlehiyê bikin da ku berhemên çandiniyê biparêzin.

Cotkarên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, dibêjin parastina zeviyan ne tenê erka hêzên ewlehiyê ye lê belê erka her kesî ye.

/kr/uploads/files/2023/05/23/192144_-.webp

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Mihemed Ebdurehman got: “Ji ber ve, em bi hev re zeviyan û berhemên çandiniyê diparêzin. Her kes piştgiriya hev du dike di zehmetiyan de. Parastina van zeviyan jî, ne tenê erka hêzên ewlehiyê ye lê belê, divê her kes; şênî û cotkar jî zeviyên xwe biparêzin.”

Ebdurehman wiha domand: “Hewldan hene ku derbe li aboriya herêmê û Rêveberiya Xweser bikin. Xelkê û cotkaran, tedbîrên pêwîst girtin û amade ne zeviyên xwe biparêzin.”

/kr/uploads/files/2023/05/23/192119_-.webp

Cotkarê bi navê Zubeyr Ehmed Abo jî got: “Şaneyên veşartî hene ku hewl didin zeviyan bişewitînin. Şêniyên navçeyê û cotkar bi hev re hewl didin zeviyên xwe biparêzin û berheman biçinin.”

/kr/uploads/files/2023/05/23/192159_-.webp

Cotkara bi navê Nora Mihemed jî bang li her kesî kir ku zeviyên xwe biparêzin û wiha lê zêde kir: “Divê her kes baldar be. Amade bin ji bo zeviyan biparêzin. Ev erka hemûyan e.”

(dm/şx)

ANHA