Îranê sekreterê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ji kar dûr xist

Îranê sekreterê giştî yê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Şemxanî ji peywira wî dûr xist û li şûna wî kesekî din erkdar kir. Her wiha balyozekî nû li Erebistana Siûdî tayîn kir.

Îranê sekreterê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ji kar dûr xist
23 gulan, 2023   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, fermandarê payebilind ê Pasdaran wek sekreterê giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li şûna Elî Şemxanî erkdar kir. Ev yek 5 meh piştî darvekirina cîgirê Şemxanî bi tawana sîxuriyê ji bo Brîtanyayê, pêk hat.

Reîsî li şûna Şemxanî, Elî Ekber Ehmediyan (62) erkdar kir.

Şemxanî wek danêrê lihevkirinên Îran û dewletên Ereban, bi taybetî lihevkirinên dawîn ên di navbera Tehran û Riyadê de dihat naskirin.

LI EREBISTANA SIÛDÎ BALYOZEKÎ NÛ

Ajansa Nûçeyan a Mîzan a Îranê duh (duşemê) ragihand ku Îranê Elî Rîza Enayetî wek balyozê Erebistana Siûdî erkdar kir.

Enayetî berê di Wezareta Karên Derve de cîgirê wezîrê karên derve û gerînendeyê giştî yê kar û berên Kendavê bû.

(bb)