​​​​​​​Polîsên Tirk rojnamevanek û gelek siyasetmedar destgîr kirin

Polîsên Tirk bi ser avahiya TUAY-DER’ê û gelek malan de hat girt û tevî nûçegihanê MA’yê Delal Akyuz, gelek kes destgîr kirin.

​​​​​​​Polîsên Tirk rojnamevanek û gelek siyasetmedar destgîr kirin
23 gulan, 2023   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Îro di danê sibehê de leşker û polîsan li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Li gundê Menderê yê Nisêbînê hevserokê HDP’ê ya Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û welatiyê bi navê Firat Demîr hatin destgîrkirin.

Li navçeya Qoserê jî hevserokê DBP’ê yê navçeyê Mahmût Damar û welatiyên bi navên Metîn Yilmaz û Samî Îldem hatin destgîrkirin.

Tê gotin ku hejmara destgîrkiriyan zêdetir bibe. Hat zanîn ku lêpirsîn bi hinceta “alîkariya ji rêxistinê re” dane destpêkirin.

Her wiha li bajarên Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê yên Tirkiyeyê bi ser 28 deran de de girtin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Çûkûrova TUAY-DER (Komeleya Piştgiriyê ya Malbatên Girtiyan) û xizmên girtiyan hatine destgîrkirin.

Hat diyarkirin ku bi ser avahiya Çûkûrova TUAY-DER’ê de jî hatiye girtin û lêgerîn hîna lê dewam dike.

Hin kesên hatin destgîrkirin ev in: Rêveberê Çûkûrova TUAY-DER’ê Selîm Ekîcî, Cengîz Dere yê endamê DBP’ê û Kadrî Ezer.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz jî li Îzmîrê hat destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.