Çeteyan li Efrînê welatiyekî din revand

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şiyê ya Efrînê welatiyek revand.

Çeteyan li Efrînê welatiyekî din revand
23 gulan, 2023   07:55
ŞEHBA

li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji navçeyê dane, çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mihemed Osman Koçer (40) revandiye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan Osman ji sûka navçeya Şiyê revand û biriye girtîgeha navendî ya kantona Efrînê kir.

Heta niha aqûbeta Mihemed Osman nayê zanîn.

(bb)

ANHA