`Di hilbijartinên Tirkiyeyê de kî bi ser keve dê Tirkiye bikeve nav aloziyeke pergalê`

Encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê, xaleke guhertina siyaseta Tirkiyeyê bû. Çi li ser asta hundirîn yan jî derve. Tirkan bi dengdayîna cezayî li dijî serokkomarê Tirk yê niha Recep Tayyîp Erdogan xuya kirin ku ji siyasetên wî ne razî ne.

`Di hilbijartinên Tirkiyeyê de kî bi ser keve dê Tirkiye bikeve nav aloziyeke pergalê`
23 gulan, 2023   01:26
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Ji analîzkirina nexşeya dengdayînê ya herêmên Tirkiyeyê, li gorî encamên ku serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê Ahmet Yener ragihandiye, hevirkiyeke bilind di navbera partiyan, hevalbendiyên hilbijartî yên cuda de hebû.

Li gorî encamên dawîn ên ku Komîteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê ragihandiye, Kemal Kiliçdaroglu û Erdogan dê derbasî gera bibin. Gelek pirsnîşan li ser rewşa siyasî ya pêvajoya piştî Erdogan derketin pêş. Ne tenê ji ber ku di gera yekemîn de nekarin serkeftina mutleq bi dest bixe û derbasî hevriyeke giran bi muxalefeta hevgirtî re bû, lê belê mijar girêdayî daxuyaniya wî di Îlona 2022`yan de dema li Samsûnê eşkere kir ku hewl dide desteka gel wek berbijarê serokkomariyê bo cara dawî, bi dest bixe.

/kr/uploads/files/2023/05/22/191359_2609d433-9c4e-40c1-a044-8b638ab33b37.webp

Têkildarî mijarê, ajansa me hevdîtineke taybet li gel analîzvan û lêkolerê siyasî û civakî profesor Sîroj Ibîkiyan çêkir. Ibîkiyan destnîşan kir ku pergala Erdogan, dema wê nema ku pergalek li ser rêgezên îxwanî ava bûye û di nav xwe de netewperestiya tirkî vedişêre. Li gorî wê, tiştek xwezayî ye ku Erdogan bi bin keve ji ber ku êdî tiştek nû li ber dest wî nemaye da ku pêşkêş bike.

Ibîkiyan wiha domand: “Gera duyemîn dibe ku serkeftina dawî ya Erdogan û partiya wî be, piştî ku Sînan Ogan dengê xwe da wî. Lê dengdayîna li derveyî welêt, roleke mezin dilîze ku dibe encamê biguhere.”

LÊ GER ERDOGAN BI BIN KEVE GELO DÊ DESTHILATÊ RADEST BIKE?

Ibîkiyan wiha li ser vê mijarê axivî: “Dema em bala xwe bidin kiryarên Erdogan di 20 salên dawîn de, ku rojnamevan, ronakbîr û muxalif hatin girtin û bi dîktatorî bi muxalifan re da û stand. Pêşbîn dikim ku dê encamên hilbijartinan red bike û wê biguhere heke bi bin ket. Dê ji bow ê hegemoya xwe bi kar bîne ji ber ku desthilat di destê wî de ye, tiştek xwezayî ye ku binkeftinê qebûl neke.”

KEMAL KILIÎÇDAROGLU TEVÎ TÎMA XWE FIKRÊ WÎ DI SIYASETA DERVE DE ÇI YE? DÊ ÇI DI SIYASETA WELÊT DE BIGUHERE?

Ibîkiyan got: “Kiliçdaroglu, baş dizane ku îslama şoreşgerî û siyasî paş dikeve. Erdogan û Kiliçdaroglu, bşa dizanin ku mezinbûna rola erebî û sûidî, dê firehbûna ber bi başûrê Tirkiyeyê ve, kêm bibe. Ji nû ve komîserhevkirina dewletên ereb di vê dawiyê de bi pêşengiya Erebistana Siûdî, dê aloziyeke siyasî bi dewletên ereb re çêke. Yanî sînorên başûr ên Tirkiyeyê dê bi demê re werin girtin. Dê neçar bibe ku berê xwe bide hundirî Asyayê. Yan jî, dê dîsa têkiliyan bi dewletên rojava re xêz bike ku bi awayekî pragmatîk tevdigerin. Danûstandina bi ilmaniyan re li ser danûstandina bi oliyan re tercîh dike. Ev oliyên ku di her firsendekê wê rexne dikin, hewl didin ku li ser esasê bazirganiyê pê re bidin û bistînin û di hemû qadan de bi dualî mijul dibin. Îşte ev pirsgirêka Erdogan bi rojava re ye.”

Ibîkiyan diyar kir ku heke Kiliçdaroglu bi serkeve dibe siyaseta derve ya Tirkiye bê guhertin, lê ne di têkiliyên heyî de û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dibe di berjewendiyên Tirkiyeyê de guhertin çêbibe ku ji alî û rêyên din ve vebibe. Lê Erdogan tevahî rê, dîplomasî, têkiliyên baş, heta şer û desteka terorê bi kar anî.”

Li gorî Ibîkiyan heke Erdogan bi ser keve, li hember pêşketina hevgirtina erebî û vegerandina Sûriye li Komkara Erebî de, li gel têkiliyên Îran û Erebistana Siûdî de, dê li ser asta erebî paşde biçe.

Ibîkiyan diyar kir ku Erdogan dê hewl bide tişta dest pê kirî vejîne, ber bi Asyayê ve fireh bibe, lê di heman demê de, got dewletên mîna Kazaxistan vegerî bêaliyê, yan jî vegerî hemêza Rûsyayê yan jî têkiliya xwe bi Çînê re baş kir yanî êdî ne li ber destê Tirkiyeyê ye.

Di dawiyê de Ibîkiyan got: “Tirkiye di aloziya pergalê de ye. ji ber ku hêz nêzî hev in. Dê muxalefeteke xurt hebe. Heke Erdogan bi ser keve, dê tundî û çewisandina azadiya ji dema berê bêtir, rû bide. Ger Kiliçdaroglu bi ser keve jî, dê bi dijberiya Ixwanan re rû bi rû be ku dê xebatên siyasî asteng bikin. Wek encamp, dê Tirkiye bi aloziyên siyasî yên hundirîn re rû bi rû be. Ev pêvajoya guhertin û veguhastinê ye ku pêvajoya herî zehmet e.”

(şx)

ANHA