​​​​​​​'Xaka me ji bo me dayik e, wê biparêzin û bi daran bixemilînin'

Piştî ku li gelek dewletan geriya, Mustefa Şerîf vegeriya welatê xwe. Tê de dar çandin û aramiya xwe tê de dît. Mustefa got: "Xak ji bo me dayika rastîn e, wê biparêzin û bi daran bixemilînin da ku tabloya jiyanê bi wê temam bibe."

​​​​​​​'Xaka me ji bo me dayik e, wê biparêzin û bi daran bixemilînin'
23 gulan, 2023   04:48
KOBANÊ

Pirî caran mirov li aramiyê digere, lê belê aramiya rastîn, mirov bi xwe çêdike. Mustefa Şerîf ku bi navê Ebû Şerîf tê naskirin, yek ji wan kesan e ku bi çandin daran şad û kêfxweş dibin.

Mustefa Şerîf (60) li gundê Borazê yê rojavayê Kobanê ku di sala 1999'an de bi ava çemê Firatê binav bûye dijî. Tevî zarokên xwe li malekê ku lê zêdetirî 300 darên sêvê hene, dimîne.

Di ciwantiya xwe de Ebû Şerîf li gelek dewletan wek Misr, Lubnan, Tûnis û Sûdanê geriyabû. Ew nêzî 30 salan li derveyî welêt bû û di geşta xwe de wî xwezaya wan dewletan ji nêz ve nas kir, piştre jî biryar da ku vegere welatê xwe.

Piştî ku xwezaya Tûnisê bala wî kişand, ew vegeriya gundê xwe û daxwaza wî ew bû ku darên sêvan li wir biçîne, lê belê ji ber ku di 1999'an de gelek beşên gund û gundên derdorê di bin ava çemê Firatê de mabû, ev daxwaza wî pêk nehat.

Piştî ku mala wî yê li gund binav bû, wî berê xwe da Minbicê û malek li wir kirê kir. Lê belê jiyana bajêr ne bi dilê wî bû û dîsa vegeriya gundê xwe û darên sêvan li zeviyên bavê xwe yên ku binav nebûne çandin.

Apê Mustefa wiha axivî: "Mirov bi xwe şaristaniyê diafirîne, ne şaristanî mirovan diafirîne. Di hundirê her yekî ji me de jî şaristaniyek heye divê bê derxistin. Piştî ku ez li gelek dewletan geriyam min xwest ku çanda wan dewletan bînim welatê xwe. Îro jî ez beşeke ji xewna xwe pêk tînim û baxçeyeke darên sêvan li cem min heye."

Mustefa wiha domand: "Xaka me dewlemend e û divê ew bê çandin, lê belê mixabin piraniya şêniyan xwe dispêrin fêkiyên ji derve. Ev jî dihêle em ji gelên paşketî bin. Xewn û armancên min bêdawî ne û ji ber wê jî ez tê dikoşim. Xak dayika me ya rastîn e, wê biparêzin û bi daran bixemilînin da ku tabloya jiyanê bi wê temam bû."

Ji ber bagerên li herêmê zirar li baxçeya Ebû Şerîf bû, lê dîsa jî ew bi îsrareke mezin xebata xwe didomîne û dixwaze zeviyekê bikire û tê de mêw biçîne.

 (mh/şx)

ANHA