Ebdulmesîh El Şamî: Hikumeta Şamê êdî ber bi DYA’yê ve diçe

Lêkolîner Ebdulmesîh El Şamî destnîşan kir ku daxuyaniyên hikumeta Şamê yên der barê erêkirina biryara 2254'an a Neteweyên Yekbûyî de hewldanek e da ku nêzî vebijêrkên DYA'yê bibe û ji biryar û vebijêrkên Rûsyayî dûr bikeve.

Ebdulmesîh El Şamî: Hikumeta Şamê êdî ber bi DYA’yê ve diçe
23 gulan, 2023   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Tora Russia Today (RT) roja yekşemê hepeyvînek bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad re çêkir. El Miqdad destnîşan kir ku hikumeta Şamê amade ye biryara 2254'an Neteweyên Yekbûyî (NY) li gorî berjewendiyên dewletê pêk bîne. Ji dema dayîna vê biryarê ve, ev cara yekê ye ku berpirsekî payebilind ê hikumeta Şamê der barê pêkanîna vê biryarê de diaxive.

Hikumeta Şamê ji gelek salan de tu carî li ser pêkanîna biryara 2254’an neaxiviye, lê niha nexasim hemwextî hewldanên dewletên Ereban ên vegerandina hikumeta Şamê li Komkara Erebî û hewldanên Rûsyayê yên nêzîkkirina hikumeta Şamê ji dewleta Tirk a dagirker re, biryara 2254’an dîsa ket rojevê.

NÊZÎKBÛNA LI WASHINGTONÊ Û DÛRBÛNA JI MOSKOVÊ

Têkildarî mijarê, lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Ebdulmesîh El Şamî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku erêkirina biryara 2254'an ji aliyê rejîmê ve, tê wateya ku ew hewl dide cihê xwe biguherîne û ber bi vebijêrkên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve biçe û ji biryar û vebijêrkên Rûsyayê dûr bikeve.

Ebdulmesîh El Şamî anî ziman ku hikumeta Şamê dixwaze hevsengiyekê di têkiliyên xwe de ava bike û berê xwe bide DYA’yê û dewletên ku heta asteke mezin dijberiya Rûsyayê dikin, da ku bi vî awayî temenê xwe li ser desthilatê dirêjtir bike. El Şamî destnîşan kir ku ev gava hikumeta Şamê nayê wateya ku bi rastî dixwaze wê biryarê anku guhertin û çareseriya siyasî pêk bîne.

El Şamî wiha axivî: "Doz bi giştî hewldana veguhastina siyasî ya ji cihekî ber bi cihekî din ve ye, ku xwe bêhtir nêzî vebijêrkên DYA’yê bike û ji yên Rûsyayê dûr bike."

El Şamî diyar kir ku erêkirina biryara 2254'an tê wateya dûrketina ji pêvajoya Astanayê û Rûsyayê û got: “Pêkanîna vê biryarê, guherîna cih, vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî û xurtkirina têkiliyên wê bi dewletên Ereban re, pêvajoya Astanayê têk dibin. Rejîm çareseriya siyasî naxwaze, ew û Îran her tim di projeyên çareseriya siyasî de dibûn asteng.”

‘HIKUMETA ŞAMÊ DÊ BIRYARA NAVNETEWEYÎ PÊK NEYNE’

Der barê gengaziya pêkanîna biryara NY'yê de, El Şamî got: "Rejîm nikare biryarê pêk bîne, lê li vir pirs ne ew e ku ew dikare pêk bîne yan nikare. Pirs ew e ku ew bi rastî dixwaze biryarê pêk bîne yan na? Rastî ew e ku rejîm naxwaze biryarê pêk bîne û armanca wê ji ketina nav vê biryarê ew e ku wê bi temamî têk bibe."

Daxuyaniyên Miqdad hemwextî vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî û xurtkirina têkiliyên wê bi dewletên Ereban re derketin, lê belê El Şamî got: “Hikumeta Şamê dê daxwazên dewletên Ereban jî pêk neyne ku bi xwe di rastiyê de tu daxwazên wan jî tune ne. Ji ber ku wan erêkirinek ji Amerîka û Îsraîlê wergirtiye da ku li gorî planeke diyar têkiliyê bi hikumeta Şamê re bikin.”

(mh)

ANHA