Îsraîlê Artêşa Pasdarên Îranê tawan bar kir: Keştiyên sivîl kirine baregehên leşkerî

Îsraîlê, Artêşa Pasdarên Îranê tawanbar kir ku keştiyên bazirganiyê kirine baregehên avêtina moşekan û balafirên bêmirov. Her wiha diyar kir ku Tehran armanc dike ku hegemoya xwe ya deryayî li derveyî herêma Kendavê belav bike.

Îsraîlê Artêşa Pasdarên Îranê tawan bar kir: Keştiyên sivîl kirine baregehên leşkerî
22 gulan, 2023   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di civîna ewlehiyê ya Herzliya de dema wêneyên 6 keştiyên Îranê pêşan dide got, ev baregehên terorê yên seravê ne û yek jê vê dawiyê ber bi kendava Edenê ve bi rêketiye.

Wezîrê Îsraîlê diyar kir ku Îran hewl dide tevgerên xwe li Okyanûsa Hindistanê fireh bike, piştre Deryayê Sor û Deryayê Spî.

Di van du salên borî de, Îsraîl û Îran hev du tawanbar dikin ku berpirsên êrişên li ser keştiyên her duyan ên li kendavê. Heta niha tu aliyek berpirsyariya wan êrişan negirtiye ser xwe.

(şx)