Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şandeya Belçîkayê re hevdîtin kir

Rêveberiya Xweser li ser danîna planekê ji bo piştgirîdayîna projeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girîngiya hevkariya di navbera zanîngeh û şaredariyên herêmê û yên Belçîkayê de, li hev kir.

Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şandeya Belçîkayê re hevdîtin kir
23 gulan, 2023   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şandeyek Belçîkayê re hevdîtin kir. Di şandeya Belçîkayê de nûnerên meclisên şaredariyên Bruksel, Liege, Leuven û Herzlê, nûnerên saziyên civaka sivîl, rojnamevan, siyasetmedar û serokê Enstîtûya Kurdî ya Belçîkayê Derwêş Ferho, pêk hat.

Di şandeya Rêveberiya Xweser de jî nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, nûnera Rêveberiya Xweser Hozan Xelîl, cih girt.

Hevdîtin li avahiya Koordînasyona Rêveberiya Xweser a li Brukselê pêk hat. Di hevdîtinê de şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser geşedan û astengiyên siyasî, aborî û mirovî yên li herêmên Rêveberiya Xweser, şerê li dijî DAIŞ`ê û girîngiya ku hêzên navneteweyî li hember vê yekê berpirsyariyên xwe bînin cih.

Di hevdîtinê de her du aliyan li ser danîna plan û bernameyan ji bo piştgiriya projeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên têkildarî rewşa tenduristî, jîngeh, perwerde, ava vexwarinê û kanalîzasyonê, her wiha li ser hevkariya di navbera zanîngeh û şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên Belçîkayê de, hat lihevkirin.

(c)