​​​​​​​QSD: Li Dêrazorê 3 şervanên me birîndar bûn

QSD'ê ragihand ku di êrişa li ser rêya Ebû Xeşeb a Dêrazorê de 3 şervanên wan birîndar bûne.

​​​​​​​QSD: Li Dêrazorê 3 şervanên me birîndar bûn
20 gulan, 2023   11:58
NAVENDA NÛÇEYA

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrişeke li dijî hêzên wan de 3 şervan birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Îro şeva şemiyê saet di 00:10’an de dewriyeyeke hêzên me li ser rêya Ebû Xeşeb a rojavayê Dêrezorê rastî êrişa çekdarî hat. Di encamê de 3 şervanên me birîndar bûn û yek ji fermandarên me yên li pêş di şerê li dijî DAIŞ'ê de, rizgar bû.

Lêpirsîna destpêkê beşdarbûna şaneyên DAIŞ’ê di êrişê de, piştrast dike."

(bb)