'Li şûna dorpêçê Mexmûr biparêzin'

Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak û fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel bang kir " Li şûna dorpêçê, wargeha Mexmûrê ji êrişên dewleta Tirk bi parêzin."

'Li şûna dorpêçê Mexmûr biparêzin'
20 gulan, 2023   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku artêşa Iraqê hewl da bi wesayîtên zirxî û leşkerî bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), têl û kuleyan danin, gel herikîn pêşiya wan û artêşa Iraqê dan sekinandin.

Li ser vê yekê şandeyeke xelkê Mexmûrê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina bi saetan li ser navê Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak derket pêşberî gel û axivî.

Fîlîz Bûdak bal kişand ser van xisûsan: “Artêşa Iraqê bi leşker û polîsan û leşkerê xwe ve xwest derdorê dorpêç bike, vîn û îradeya me ji nedîtî ve bê. Em gelê Mexmûrê nêzî 30 sal in me îradeya xwe radestî kesê nekiriye, em nakin. Hikumeta Iraqê ti pirsgirêkên me çareser nake, ewlehiya me naparêze û niha dixwazin li dora wargehê kuleyan deynin. Her weke ku ti êrişên asmanî ser wargehê nebe, dîsa bê pirsgirêk be, pêwîstiyên jiyanî nîne, tenê pirsgirêka ew e ku kuleyan deynin dora wargehê.

' EM Ê LI BER XWE BIDIN

Ev saetek em bi hev re dişêwirin, diyar dikin ku bi israr wê kuleyan daynin. Ew îdîa dikin ku gel vê dixwazin. Me jî ji bo wan got; gel xwedî îrade ye û li vir e. Ev gel qebûl nake, 30 sal in têkoşîn dike. Tevî hemû nîqaş û gotûbêjê israr dikin ku kuleyan danin. Em jî weke civak gav bi şûn ve navêjin. Em îradeya xwe teslîmî wan pêşmergeyên ku werin li van kuleyan bisekinin, nakin. Gel li vir e, biryar a gel e. Tişta ji bo me bimîne berxwedan e em bikin. Pêwîst bike em ê bi şev û roj li vir rûnin. Em îradeya xwe teslîm nakin. Me îradeya xwe teslîmî dewleta Tirk nekiriye, teslîmî Iraqê jî nakin. Berxwedan jiyan e, yên ser bikevin em in. Rojava, Şengal bi ser ket wê Mexmûr jî bi ser bikeve."

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel jî li ser mijarê ji Rojnews re axivî û got: “Şêniyên Wargeha Mexmurê ji ber zilma dewleta Tirk di salên 1990’î de bi çavdêriya rêxistinên mafên mirov û Neteweyên Yekbûyî li vê kampê bicih bûne. Lê mixabin li şûna ew werin parastin, hertim astengî ji bo wan tê derxistin.

Feysel destnîşan kir ku ji beriya niha jî hikûmeta Iraqê heman hewildan kiribû lê bi navbeynkariya YNK’ê rewş aram bibû û dest bi danûstandinan hatibû kirin. Xazî Feysel got, li aliyê din jî PDK'ê dorpêça li ser şêniyên wargehê ya ji bo çûna Hewlêrê berdewam dike û rê nade kesên nexweş jî derbas bibin.

Di dawiyê de jî Xazî Feysel got: “Dewleta Tirk bi berdewam bi balafiran êrişê şêniyên wargehê dike. Pêwîste li şûna dorpêçê wargeh ji êrişên asîmanî yên dewleta Tirk û êrişên DAIŞ’ê were parastin.”