Li Şehbayê belavokên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin belavkirin

Rêxistinên jinan ên li Şehbayê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan belavok belav kirin.

Li Şehbayê belavokên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin belavkirin
Li Şehbayê belavokên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin belavkirin
Li Şehbayê belavokên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin belavkirin
Li Şehbayê belavokên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin belavkirin
Li Şehbayê belavokên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin belavkirin
Li Şehbayê belavokên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin belavkirin
Li Şehbayê belavokên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin belavkirin
Li Şehbayê belavokên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin belavkirin
Li Şehbayê belavokên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin belavkirin
20 gulan, 2023   11:06
ŞEHBA

Endamên Kongra Star û Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehbayê li qada sereke ya navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn û belavokên têkildarî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan belav kirin.

Endama rêveber a Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Necah Hisên bi zimanê erebî û endama Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn a Efrîn û Şehbayê Ronahî Şêxo bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin hîna dewleta Tirk a dagirker û dewletên hegemon di siyasetên xwe yên girtina Rêber Abdullah Ocalan de dewam dikin. Domandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan tolhildana acizbûn û binkeftinê ye.

Hate destnîşankirin ku di çarçoveya pêkanîna siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd de Erdogan tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran dike, her wiha bi rêya dûrxistina Rêber Abdullah Ocalan ji gel, dixwaze vîn û moralê gelê Kurd têk bibe.

Hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê ji bo jiyaneke azad veguherand akademiyekê û siyasetên dewleta Tirk, dewletên komploger û tevahî rêxistinên hiqûqî û naneteweyî yên îdiaya demokrasiyê dikin, hatin şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ew tenê bi şermezarkirinê namînin, lê dê têkoşîn û berxwedana bi dirîşma "Jin, Jiyan, Azadî" bilind bikin, qeydên Îmraliyê û rejîmên dîktator têk bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û belavok li şêniyên Ehdasê û Fafînê belav kirin.

Dê heta 4 rojan belavok werin belavkirin; li kampên Serdem û Berxwedan, Til Rifet û Ehrezê yên Şehbayê û navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî. Piştî belavok bi dawî bûn, dê li Şehbayê meşeke girseyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were lidarxistin.

(fr)

ANHAش