Artêşa Iraqê Mexmûr dorpêç kir, gel li ber xwe dide

Artêşa Iraqê ji danê siharê ve bi dehan wesayîtên zirxê, çek, polîs, hêzên taybet û têlan hewl dide derdora wargeha Mexmûrê dorpêç bike. Xelkê wargehê jî li dijî wan hewldanan li ber xwe dide.

Artêşa Iraqê Mexmûr dorpêç kir, gel li ber xwe dide
20 gulan, 2023   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewam dikin.

Xelkê wargehê li cihê ku leşker û panzer lê kom bûne, radiweste û nahêle ku wargeh were dorpêçkirin.

Artêşa Iraqê di 27’ê Kanûna 2021’an de jî ji nişke ve serê siharê hewl dabû serê siharê derdora wargehê têl bike û bi vî rengî dorpêç bike. Wê demê jî xelkê Mexmûrê berxwedanek bêhempa nîşan dabû û nehiştibû wargeh were dorpêçkirin.

(c)