Li Derayê leşkerek hat kuştin

Li Derayê di encama teqîna mayinekê de ku nêzî qereqola wan hatibû bicihkirin, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Li Derayê leşkerek hat kuştin
20 gulan, 2023   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundewarên bakur ê Derayê çekdarên nenas mayinek di dikana sererastkirina motorsîklêtan a nêzî qereqola hêzên hikumeta Şamê de bi cih kiribû. Di encama teqîna mayinê de endamekî 'Komîteya Gel' a hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û yekî din jî bi giranî birîndar bû. Leşkerê birîndar tavilê rakirin nexweşxaneyê.

Hemwextî teqîna mayinê, li bajarok ji aliyê endamên 'Komîteya Gel' ve gule hatin avêtin û alozî derket.

Duh (în) jî li bajarokê Mizêrîb ê bakurê rojavayê Derayê komên çekdar gule reşandin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

) bb)