'Teşhîrkirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê erka rewşenbîran e'

Helbestvan û çîrokbêj Mihemed Mesê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî qirkirina çandî û fikrî li dijî gelê Kurdistanê wesif kir û bang li rewşenbîran kir ku di belavkirina ramanê Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî de roleke sereke pêk bînin.

'Teşhîrkirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê erka rewşenbîran e'
19 gulan, 2023   23:37
KOBANÊ

Helbestvan û çîrokbêj Mihemed Mesê diyar kir ku berpirsyariya balkişandina ser siyasetên dewleta Tirk ên li Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di radeya yekemîn de dikeve ser milê rewşenbîran. Mihemed Mesê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan wekî qirkirina fikrî û çandî li dijî gelê Kurdistanê wesif kir.

Mihemed Mesê destnîşan kir ku tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne îşkenceya fîzîkî tenê ye û wiha domand: "Lê belê li pişt tecrîdê armancên siyasî û planên xeternak hene. Armanc ji van siyaset û planan tunekirina nasnameya çandî ya gelan bi taybetî ya gelê Kurd e. Gelê Kurd ji dema derketina fikr û felsefeya Rêbertî ve bendê tirsê şikandiye, ji ber  vê yekê yên ku xwedî li ramanê Rêbertî derketine teslîmgirtinê nas nakin."

Rêber Abdullah Ocalan li ser rola rewşenbîran wiha dibêje: "Rewşenbîrên ronakbîr rastiyan radixin û eşkere dikin. Me ew hemû di şeran de dîtin. Afrînerên ku di demên şer de derdikevin berhemeke giranbuha ne. Yên ku dixwazin bibin Kurdek dilsoz divê destpêkê xwe nas bike û dost ji dijmin zêdetir binase."

Rêber Abdullah Ocalan cara pêşîn di 27’ê Nîsana sala 2020’an de karî ji mafê xwe yê hevdîtina ser telefonê sûd bigire. Piştî ku têkildarî Rêber Abdullah Ocalan hinek agahî hatin parvekirin, bertekên raya giştî zêde bûn. Bi mezinbûna bertekan re Rêber Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Mehmet Ocalan diyar kir hevdîtina wan di nîviyê de hatiye qutkirin. Hevdîtina dawîn ya parêzeran Rezan Sarica û Newroz Uysal jî di 7′ê Tebaxa 2019′an de bû.

Mesî bal kişand ku Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin daya rewşenbîran û wan wekî pêşengên civakê û parêzvanên çanda civaka Kurdistanê bi nav dike û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide rola rewşenbîrên ku ji bo gelên bindest tê dikoşin û li heqîqetê digerin. Rêbertî banga yekitiya pêkhateyan li gel pirrengiya ziman û olên wan dike. Ev yek berevajî siyasetên rejîmên destpotî yên mîna dewleta Tirk a dagirker  e ku zimanê xwe li ser hemû gelên li erdnîgariya wê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn ferz dike."

Mesê anî ziman ku gelên Kurdistanê bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan destkeftiyên mezin bi dest xistin û wiha gotina xwe berdewam kir: "Di dîrokê de serhildanên Kurdan hatin têkbirin, lê şoreşa Kurdistanê ya niha naşibe tu serhildanên din. Ji ber rewş û hesab cuda ne, ev şoreşa xwe dispêre fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e û gelê me zana bûye û lîstokên dijmin dikin baş dizane."

Li ser rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mesê wiha got: "Tevahî pêkhateyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya projeya neteweya demokratîk bi hev re tê dikoşin. Ev proje xilaskarê gel ji komkujî û qirkirinan e. Fikrê azad ê Rêber Abdullah Ocalan ne ji bo pêkhateyekî an gelekî tenê ye, lê belê ji bo hemû gelên cîhanê ye."

Helbestvan û çîrokbêj Mihemed Mesê bal kişand ser rewşenbîrên ku pişta xwe didin ajandeyên dijminên Kurdan û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê rewşenbîrê Kurd serpêhatiyên ku di sedsala borî de li dijî Kurdên li Bakurê Kurdistanê pêk hatine û sûcên dewleta Tirk  li dijî Kurdan kirine, ji bîr nekin. "

(fr)

ANHA