​​​​​​​'Qêrîna Çav' êş û azarên zarokan vedibêje

Li Qamişloyê çalakiyek bi navê 'Qêrîna Çav' hat lidarxistin. Di çalakiyê de 70 tabloyên hatin nîşandan ku êş û azarên zarokên sûriyeyî nîşan didin.

​​​​​​​'Qêrîna Çav' êş û azarên zarokan vedibêje
​​​​​​​'Qêrîna Çav' êş û azarên zarokan vedibêje
​​​​​​​'Qêrîna Çav' êş û azarên zarokan vedibêje
​​​​​​​'Qêrîna Çav' êş û azarên zarokan vedibêje
​​​​​​​'Qêrîna Çav' êş û azarên zarokan vedibêje
​​​​​​​'Qêrîna Çav' êş û azarên zarokan vedibêje
19 gulan, 2023   17:32
QAMIŞLO

Hunermend Samir Kalo bi hevkariya şîrketa RCEEL çalakiyeke bi navê 'Qêrîna Çav' li hola Nibula ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Sagirt, zarokên ku bi nexweşiya kanserê ketine, nûnerên Rêveberiya Xweser, hunermend û rewşenbîr jî di nav de bi dehan kes beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de nêzî 70 tabloyên portrê yên zarokên sûriyeyî hatin pêşandan. Tablo êş û azarên ku zarokên sûriyeyî ji ber şer, erdhejê û koçberiyê dîtine, vedibêjin.

Di çalakiyê de stran û govendên folklorî hatin pêşkêşkirin. Her wiha lîstikvanên Akademiya Rêzan a Karatê jî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Berpirsê çalakiyê hunermend Samir Kalo ji ajansa me re diyar kir ku tabloyên hatin pêşandan berhema keda 4 mehan e û got: "Ev tablo êşên zarok û koçberên Sûriyeyê vedibêjin û ji wêneyên rastîn ên ku wênekêş Ehmed Kûsa kişandine, hatine girtin."

Samir Kalo anî ziman ku  çalakiya 'Qêrîna Çav' peyama zarokên aştîxwaz e yên ku dixwazin dûrî şer û xwînê bijîn.

Di dawiya çalakiyê de diyarî pêşkêşî zarokan hatin kirin.

(mh)

ANHA