ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-05-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-05-2023
19 gulan, 2023   23:00

- Helbestvan û çîrokbêj Mihemed Mesê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî qirkirina çandî û fikrî li dijî gelê Kurdistanê wesif kir û bang li rewşenbîran kir ku di belavkirina ramanê Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî de roleke sereke pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fîras Qesas diyar kir beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser ji aliyê teorîk û fikrî ve pir girîng e. Qesas anî ziman ku hin hêz diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî asteng dikin û got “Gelo zordest, tundraw û ajan dikarin ji nişka ve bibin azadîxwaz û alîgirên diyalogê?” (BI WÊNE).

- Hilbijartinên 14’ê Gulanê ku bendewarî û hêviyên mezin jê hebûn, encamên nedihatin payîn, derxistin holê. Armanca tifaqên heyî bû cihê gumanan. Encamên hilbijartinê ji kê re bûn serkeftin, kî bi ser ket û kî têk çû? Kî kîjan encaman jê derdixe, şaşî çi bûn? Hilbijêr û girseyên partiyan, ji bo partiyan armanc in an alav in? Tevî pirsen wiha û bi fen û fût û diziyên xwe yên xuya û her wiha yên nexuya, hilbijartinek çêbû. Tevî ku hilbijartina serokkomariyê mabe tûra duyemîn jî, êdî modeleke Tirkiyeyê heye ku hilbijartin li ser sindoqan nayê qezenckirin.

- Dorpêça hikumeta Şamê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên şaredariyê asteng dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Elî pîşeya çêkirina pêlavan ji bav û bapîrê xwe hîn bûye û 23 sal e vî karî didomînin, lê dorpêça hikumeta Şamê pîşeya wî jî asteng dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarekî ji kantona Kobanê anî ziman ku parastina zeviyên çandiniyê ne erka saziyên xizmetguzarî û tîmên awarte tenê ye, lê belê berpirsyariya her kesî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Xwendekaran a Şehîd Hogir di roja duyemîn de bi çalakiyên çandî û wêjeyî li Stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê bi dawî dibe, saet 08:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ji bo dayîna bernemaya civînekê li Reqayê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA