Encamnameya Lûtkeya Ereban eşkere bû

Lûtkeya li Cedayê ya li ser asta serokên Ereban bi encamnameyê bi dawî bû. Têkildarî Sûriyeyê hate gotin, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê divê xebateke erebî ya xurt were meşandin.

Encamnameya Lûtkeya Ereban eşkere bû
19 gulan, 2023   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

32’emîn Lûtkeya Ereban li bajarê Cedayê yê Erebistana Siûdî bi beşdariya serokê hikumeta Şamê Beşar Esed îro hate lidarxistin.

Lûtke bi encanmeya bi sernavê "Danezana Cedayê" bi dawî bû. Di encanameyê de behsa dozên girîng ên têkildarî cîhana erebî, wekî rewşa Sûriye, Lubnan, Yemen, Lîbya, Sûdan û Filistînê de hatin kirin.

Di encamnameyê de têkildarî aloziya Sûriyeyê hate gotin, ji bo alîkariya Sûriyeyê da ku aloziya xwe derbas bike divê xebata erebî ya xurt were meşandin û ji bo vegera penaberên Sûriyeyê li warê xwe divê mercên guncaw werin peydakirin. Her wiha hate diyarkirin ku serokên dewletên ereban hêviyên xwe anîn ziman ku vegerandina Sûriyeyê li Komkara Ereban ji bo îstiqrara li welat bibe destekek.

Di encamnameyê de girîngiya rawestandina destwerdanên derve li kar û barên welatên Ereban girîngiya rêzgirtina li hemberî nirx û çandin din, rêzgirtina li hemberî serdestî û serxwebûn û silametiya xaka welatên Ereban hatin destnîşankirin. Her wiha destekdayîna ji bo avakirina komên çekdar ên ji derveyî çarçoveya saziyên dewletên hat redkirin.

Di 'Danezana Cedayê' de hate gotin, ji bo çareseriyeke adilane ji pirsgirêka Filistînê re divê xebateke xurt were meşandin û ji bo çareseriyeke aştiyane ji aloziya Yemenê re piştgiriya hewldanên herêmî û navneteweyî hate dayîn.

Têkildarî Sûdanê de jî hevdîtinên aliyên sûdanî yên li Cedayê wekî gaveke girîng ber bi çareserkirina aloziyê ve hat nirxandin. Di heman demê de destwerdanên derve yên bi mebesta gûrkirina şerê li Sûdanê hate redkirin.

(bb)