​​​​​​​Encamên dawîn ên tûra yekemîn a hilbijartinên Tirkiyeyê eşkere bûn

YSK’ê, encamên dawîn ên tûra yekemîn ên hilbijartina serokkomariyê eşkere kirin.

​​​​​​​Encamên dawîn ên tûra yekemîn a hilbijartinên Tirkiyeyê eşkere bûn
19 gulan, 2023   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya têkildarê encamên hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê ya 14’ê Gulanê, di rojnameya fermî de hat weşandin.

Li gorî vê, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,24, Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 45,07, Sînan Ogan jî ji sedî 5,28 deng girtine.