Dewleta Tirk Minbic bombebaran kir: 4 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest da

​​​​​​​Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker baregeheke leşkerî ya başûrê Minbicê kir hedef, di encamê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk Minbic bombebaran kir: 4 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest da
19 gulan, 2023   15:50
 MINBIC

Nûçegihanên me ji herêmê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker baregeha hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Mecra Westanî yê başûrê bajarê Minbicê bombebaran kir.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama bombebaranê de 4 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û hejmarek din birîndar bû.

(mh)

ANHA