Rojnameyên erebî: Şam der barê encamên lûtkeya Cedayê de xweşbîn e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa beşdariya Şamê li civînên Komkara Erebî, sererastkirina rêyên trênê li Sûriyeyê ji aliyê Îranê ve û rewşa siyasî ya li Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Şam der barê encamên lûtkeya Cedayê de xweşbîn e
17 gulan, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: “Cîgirê wezîrê karên derve û penaberan ê Sûriyeyê Eymen Sosan hêviya xwe li ser lidarketina lûtkeya erebî ya li Cedayê anî ziman. Tê payîn ku lûtkeya Cedayê bibe qonaxeke nû û lidarxistina lûtkeyê li Erebistana Siûdî mijareke girîng e.

Sosan diyar kir ku her kes hewl dide salên krîzê yên neteweya Ereb kişandiye, derbas bikin, da ku derbasî qonaxeke nû ya lihevkirin, diyalog, têkilî û rêzgirtinê bin û destwerdan li kar û barên hundirîn nebe.

Alîkarê sekreterê giştî yê Komkara Erebî balyoz Husam Zekî jî got dê lûtkeya erebî ya li Cedayê bibe lûtkeya nûkirin û guhartinê û li Siûdiyê çalakiyeke dîplomasiyê û siyasî ya xweşbîn heye û serkêşiya Siûdiyê ji vê lûtkeyê re dê ji bo berjewendiya Ereban bibe serkêşiyeke çalak û baldar."

‘ÎRAN HEWL DIDE RÊYÊN TRÊNÊ YÊN LI SÛRIYEYÊ TEMÎR BIKE′

Rojnameya El Exbar a Lubanê jî li ser rewşa Sûriyeyê wiha nivîsî: "Beriya serdana dawîn a serokê Îranê Îbrahîm Reîsî ji Şamê re, şandeyeke Îranê ya payebilind rêzecivînên dirêj bi berpirsên Sûriyeyê re der barê gelek saktoran de li dar xistin; saziya rêyên trênê, da ku hevkariyê nîqaş bikin û Tehran alîkariyê di xebata sererastkirina rêyên trênê û nûkirina wê de bike.

Li gorî agahiyên rojnameya El Exbar bi dest xistine, aliyê Îranê got ew amade ye hevkariya pîşeyî di aliyê sererastkirin û temîrkirina rê, erebe û trênan de bike û xizmetguzariyên pîşeyî û endazyarî pêşkêş bike, alav û amûrên guncaw ji bo rêyên trênê dabîn bike. Her wiha aliyan li ser hevkariya di aliyê pêşxistina pisporiya karmendan de de li hev kir û gelek tedbîrên guncaw ji bo lêkolînê û konferansên li her du welatan girtin. Ew jî bi rêya amadekirina serdanan, perwerdeya pîşeyî û werşeyên xebatên perwerdeyê dê pêk werin."

‘ÎSTÎFAKIRINA BAŞAXA JI SEROKATIYA HIKUMETA LÎBYAYÊ NE ZELAL E′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "Duh, Meclisa Nûneran li navenda xwe ya Tebreqê civînek li dar xist û wezîrê darayî Usama Hemade li şûna Fethî Başaxa ji bo serokatiya Meclisa Wezîran erkdar kir. Başaxa ji kar hate dûrxistin û dê lêpirsîn der barê wî de bê kirin.

Berdevkê serokatiya Meclisa Nûneran Ebdullah Belîheq got meclisê bi piranî dengan li ser sekinandina Başaxa û veguhastina ji lêpirsînê re, erê kir. Her wiha li şûna wî wezîrê darayî Usama Hemad erkdar kir ku bibe serokatê hikumetê.

Başaxa tu gotin li ser biryarê nekirin, lê dema parlamento li ser biryara îstîfakirina wî kom bû, Başaxa biryar da ku cîgirî wî Elî Ferec El Qetranî Meclisa Wezîran bi rê ve bibe.

Li ser biryara îstîfakirina Başaxa nixumandin û rewşeke nezelal heye. Başaxa niyet dikir ku di çend rojên bê de ji erka xwe îstîfa bike. Lê di navbera wî û serokê hikumeta Wehde El Wetenî Ebdulhemîd El Debîbe de lihevkirin çêbûn.

Her wiha li ser mayîna yek hikumetê, anku hikumeta Debîbe ku xebata xwe li Terablusê bike, li hev kir."

Civînên Başaxa bi Debîbe re gelek aliyên siyasî û Meclisa Nûneran bi hêrs kirin. Meclisa Nûneran hîna red dike ku hikumeta Debîbe nas bike."

(fr)