Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî gundê Cideyda û rêya M4 ên Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 welatî birîndar bûn, di nav de zarokek heye.

Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn
17 gulan, 2023   08:25
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Eyn Îsayê dane, di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî gundê Cideyda yê 2 kîlometre li rojavayê Eyn Îsayê ye, 3 welatî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên heyî, ji ber parçeyên guleyên obîsên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya M4 Mihemed Fewaz El Weka (18), birayî wî Mehmûd Fewaz El Weka (17) û Mihemed Salim Kemal (26) birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên Reqayê û topbaran berdewam e.

(fr)

ANHA