Girtina deriyê Pêşxabûr îxaneteke din a PDK′ê ye-MISTEFA ELO

Girtina deriyê Pêşxabûr îxaneteke din a PDK′ê ye-MISTEFA ELO
Girtina deriyê Pêşxabûr îxaneteke din a PDK′ê ye-MISTEFA ELO
Girtina deriyê Pêşxabûr îxaneteke din a PDK′ê ye-MISTEFA ELO
Girtina deriyê Pêşxabûr îxaneteke din a PDK′ê ye-MISTEFA ELO
Girtina deriyê Pêşxabûr îxaneteke din a PDK′ê ye-MISTEFA ELO
Girtina deriyê Pêşxabûr îxaneteke din a PDK′ê ye-MISTEFA ELO
17 gulan, 2023   06:30

PDK′ê di 11′ê Gulanê de deriyê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girt. Ev gaveke nû ya PDK′ê li dijî Kurdan û armanca gelê Kurd a azadiyê ye.

Ji bo welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtina deriyê Pêşxabûr ê di navbera Başûrê Kurdistanê û ya li hember deriyê Sêmalka yê li Dêrikê ya Qamişloyê de ne nû ye.

PDK′ê berê jî gelek caran derî ji bo perspektîfên xwe yên dijberî tevgera rizgariyê ya Kurdistanê û hewldana astengiya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt.‏

Girtina derî dijberiyek e û temamkirina metoda îxanetê ku PDK′ê dike. Ev yek kete qonaxeke nû ya nakokiyê ku li herêma Zînî Wertê ya li Başûrê Kurdistanê afirandiye.

Ev qonax ji merheleya îxanet û ajantiya veşartî ber bi merheleya îxaneta eşkere û ajantiya yekser ve çû. Girtina derî dikeve xizmeta ajantî û îxaneta yekser ji bo dewleta Tirk a dagirker.

Di Nîsana 2020′an de PDK′ê hêzên xwe şand herêma Zînî Wertê. Ji bo ku mijar baştir were fêmkirin, divê em di serî de bala xwe bidin ser rewşa jeostratejîk û jeopolîtîk a Zînî Wertê. Li wê herêmê çiyayên bilind û geliyên kûr hene û wek bihurekê ye. Li hemberî çiyayê Qendîlê ye û ber bi rêzeçiyayên Zernê Kêwî ve li pişt navçeya Ranyayê dirêj dibe. Li dawiya wan rêzeçiyayan Zînî Wertê heye. Li aliyekî wê Qendîl, Balayan, Şêxnasir, Helgurd, Xakurkê, Çiyayê Barzan û bajarê Ranya û gundewarên wê hene.

Li aliyê din ê Zînî Wertê jî rêzeçiyayên Karox dest pê dikin û heta bajarê Diyana, ji wê derê jî li devera ku çemên Zê û Avaşîn dibin yek, ji ber avê qut dibe. Piştî Avaşîn û Zê çiyayên Gareyê dest pê dikin. Bakurê vê rêzê ji bajarê Akrê heta çiyayê Xêrê, bajarokê Çemankê û çemê Xabûrê dirêj dibe, başûrê wê jî heta çiyayê Laleşa Nûranî yê Şengalê diçe û ji wê derê jî digihêje bajarê Dihokê.

Taybetmendiyeke din a Zînî Wertê jî her çend ji aliyê erdnîgarî ve di nava sînorên Hewlêrê de be jî, di bin kontrola YNK û gerîlayên PKK’ê de ye.

PDK′ê bi pêkanîna nakokiyan nekir, lê kiryarên zêdeitr mîna îxanetê kir û kemîn ji HPG′ê re veda.

Di dawiya Tebaxa 2021′ê de şervanên PDK′ê li pêş komeke HPG′ê û YJA-Starê ku ji 7 gerîlayan pêk dihat li herêma Xelîfanê yê Başûrê Kurdistanê kemînek veda, di encamê 6 gerîla şehîd bûbûn û yek ji kemîn rizgar bû.

Gelê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêrsa xwe li hember vê sûcê nîşan da. Li deriyê Sêmalka çalakî li dar xist û daxwaza cenazeyên gerîlayan xwe kir. Lê PDK′ê deriyê Pêşxabûr girt.

Bê guman ew ne cara yekemîn bû ku PDK′ê êriş gerîlayên azadiyê dike, beriya wê di 16′ê Gulana 1997′an de nexweşxaneya ku tê de gerîlayên PKK′ê yên birîndar hebûn bomebaran kir.

Di Îlona 2022′yan de jî PDK′ê rêyeke ber bi herêmên berxwedanê yên li girê Hekarî û girê Amêdiyê yên li Metînayê vekir..

Piştî wê, Fermandariya Navendî ya Navenda Parastina Gel daxuyaniyek li ser mijarê da û tê de PDK′ê hişyar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şerê me yê stratejîk, nîştimanî û demokrat bi ser dikeve destwerdana xwe rawestînin."

Di 5′ê Îlona 2022′yan de hêzên PDK′ê tevî dewleta Tirk a dagirker êrişî komeke din a HPG′ê li geliyê Balîsanê kir, di encamê de 3 gerîla şehîd bûbûn û 2 jî birîndar bûbûn.

Di dawiya Îlona heman sale de, dema hêzên PDK′ê  li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê navendek ji artêşa Tirk a dagirker ava dikir û ala xwe datîna ser dîmen hatin kişandin.

Ne tenê PDK′ê ji aliyê leşkerî ve êriş dikir, lê belê êrişî siyasetmedar û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir.ً.

Hêzên PDK′ê nûnerê Rêeberiya Xweser a li Hewlêrê Cîhad Hesen tevî 2 endamên PYD′ê di 10′ê Hezîrana 2021′ê de dema diçûn balafirgeha Hewlêrê ku mêvanan pêşwaz bikin, revandin.

Desthilatên PDK′ê piştî 50 rojan her du endamên PYD′ê berdan û piştî 112 rojan Cîhad Hesen berda.

Di Nîsana 2022′yan de PDK′ê îdia kir ku wan çekên YPG′ê şandina herêma Dihokê ya Başûrê Kurdistanê girtin. Berdevkê YPG′ê ew îdia bi hewldana nixumandina hevalbendiya PDK′ê bi dewleta Tirk a dagirker re wesif kir û got hewl didin êrişên dewleta Tirk a dagirker rewa bike.

(fr)

ANHA