Mîhrîcana Orkêş di roja 3`yemîn de dewam dike

Di roja sêyemîn a 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Orkêş de 5  komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeye 15 stran gotin.

Mîhrîcana Orkêş di roja 3`yemîn de dewam dike
Mîhrîcana Orkêş di roja 3`yemîn de dewam dike
Mîhrîcana Orkêş di roja 3`yemîn de dewam dike
Mîhrîcana Orkêş di roja 3`yemîn de dewam dike
13 gulan, 2023   14:56
QAMIŞLO

Piştî rawestîna 5 salan, careke din Desteya Çand û Hunerê a Herêma Cizîrê, Tevgera Mezopotamya a Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn, Mîhrîcana Orkêş a Mûzîkê bi gera xwe ya duyemîn li dar xist. Mîhrîcana ku bi dirûşa "Bi dengên pîroz şoreş ava dibin" di roja sêyemîn de didome.

24 komên stranan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji Kurd û Ereb tev li mîhrîcanê bûne. Hêjayî bibîrxistinê ye ku komîteya nirxandinê ji hunermend Mizgîn Tahir, Reşîd Sofî, Delîl Mîrsaz û hunermend Serhed pêk tê.

Mîhrîcanê  bi amadebûna hezkeriyên huner û stranan, şêneyên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamê saziyên civaka sivîl û yên çand û hunerê dest pê kir.

Îro Koma Tolhildan  a ji Hesekê Koma Botan a ji bajarê Qamişloyê, Koma Ruqaq a ji Reqayê, Koma Diret El Furat  a ji Tebqayê, Koma Girê Stêrk a ji Hesekê stranên xwe gotin.

Koma Botan stranên Garê, Seyranê, Rindê gotin. Koma Ruqaq ya pêkhateyê Ereb stranên esmer lon, ya hilo û kurdî, erebî aşitî, koma Girê Strêk jî stranên civaka xweseriyê û jin, jiyan û azadî gotin.

Mîhrîcan wê heya 16'ê Gulanê dirêj bike.

(he/bb)

ANHA