Rojnamevanên dayik hatin xelatkirin

Di Roja Dayikan de, 6 rojnamevanên dayik ji hêla Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ve hatin xelatkirin.

Rojnamevanên dayik hatin xelatkirin
13 gulan, 2023   16:44
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Dayikan, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) 6 rojnamevanên dayik ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixebitin xelat kirin. Merasîmê xelatkirinê li Bexçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û şêniyên ji bajarê Qamişlo di merasîmê de hazir bûn.

/kr/uploads/files/2023/05/13/164517_0-2.webp

Di merasîmê de Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Malva Elî diyar kir ku herî zêde dayik zehmetiyan di xebatê de dikşînin û got: "Ji ber vê yekê me xwest di vê rojê de dayikên ku karê rojnamegeriyê dikin, xelat bikin. Her wiha me xwest şaştiya ku desthildaran li dijî gelan dimeşandin jî sererast bikin. Ji sala 1955`an li Sûriyeyê ev roj wekî Roja Dayikan dihat pîrozkirin, lê piştî salên 1980`î ji bo ev roj xist 21‘ê Adarê da ku Cejna Newrozê winda bikin."

ji sala 1955`an ve li Sûriyeyê wekî Roja Dayikan dihat pîrozkirin, lê piştî salên 1980`î  ji bo windakirina Cejina Newrozê wan ev roj guhertiye.

/kr/uploads/files/2023/05/13/164530_remziya-mihemed.webp

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed jî Roja Dayikan li hemû dayikên Kurdistanî û cîhanê pîroz kir û da zanîn ku dayik ji destpêka çêbûna gerdonê ve heta niha bi berhemê xwe civak da avakirin. Her wiha got: “Dayikên me di nava zehmetiyên rewşa heyî ya herêmê de zarokên xwe li ser exlaqê mezin kirin, di her malbatê de ya herî zêde kedê dide dayik e.”

Rojnamevanên dayik ên hatin xelatkirin ev in; Raperîn Elî, Kewser Ebdulîlah, Sîdar Reşîd, Şînda Mihemed, Cûdî Elî û Şêrîn Xelîl in.

(sb/bb)

ANHA