Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiye: Dorpêç biyrareke siyasî ye

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bang li saziyên têkildar kir ku zext li hikumeta Şamê bikin ji bo ku dorpêça li ser her du taxan û kantona Şehbayê bidawî bike. Şaredariyê destnîşan kir ku dorpêç, biryareke siyasî ye.

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiye: Dorpêç biyrareke siyasî ye
13 gulan, 2023   14:27
HELEB

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye daxuyaniyek têkildarî bandora dorpêça hikumeta  Şamê ya li ser jiyana welatiyên li her du taxan de da û got, felaketa ku di 12`ê Nîsanê de rû daye, îsbata vê yekê ye.

12`ê Gulana 2023`yan li taxa Eşrefiyê ya Helebê avahiyeke hilweşiyayê bi ser welatiyê bi navê Selah Mihemed Hebeş (53) ket û Selah Mihemed jiyana xwe ji dest da.

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxê ferz kiriye ku nahêle madeyên serestkirina avahiyan derbas  bibin, avahiyên hilweşiyayî xetereyê li ser jiyana welatiyan çêdike.

Endamê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê Hisên Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Selah Mihemed Hebeş re hate xwestin û hat gotin, ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser taxê û erdhejên ku 6`ê Sibatê û 20`ê Sibata 2023`an rû dan, li her du taxan ziyan gihaştin avahiyan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara avahiyên zirardîtî 439. Jê 12 pir xetere ne. Her wiha hat destnîşankirin ku şaredarî bilez destwerdan kir û bi derfetên xwe, komîteya saxlemiya giştî û karker hewl dan ku encamên erdhejî sivik bikin û avahî û keviran rakirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gtoin: "Têkildarî rewşê û derfetan rapor hatin amadekirin û bang li rêxistinên mafên mirovan hatin kirin ku destwerdanê bikin, lê ji ber dorpêça giran a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û herêma Şehbayê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin, derfetên şaredariyê û welatiyan kêm bûye ku avahiyan rast bikin. Hikumeta Şamê nahêle made û alavên pêwîst ên sererastkirinê derbas bibin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dorpêça  biryareke siyasî ye û jiyana welatiyan dixe xetereyê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên têkildarî hatin kirin û erkên xwe bi cih bînin zextê li hikumeta Şamê bikin da ku vê dorpêçê bi dawî bike.

(dm)

ANHA