Aliyên şerê li Sûdanê sibê dîsa dicivin

Dîplomatekî payebilind ê Erebistana Siûdî diyar kir ku dê aliyên şerê Sûdanê sibê li Cedayê dan û standên têkildarî gihandina alîkariyên mirovî û vekişîna hêzên leşkerî ji herêmên sivîlan, dewam bikin.

Aliyên şerê li Sûdanê sibê dîsa dicivin
13 gulan, 2023   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatekî payebilind ê Siûdiyê ji AFP′ê re got nûnerên aliyên şerê li Sûdanê dê dan û standinên têkildarî pêkanîna planên gihandina alîkariyên mirovî û vekişîna hêzên leşkerî ji herêmên sivîlan, dewam bikin.

Heman dîplomatî diyar kir ku dê her du alî li bajarê Ceda yê Siûdiyê bicivin û dest bi qonaxa duyemîn a dan û standinan bikin.

Nûnerên artêşa Sûdanê û yên Hêzên Piştevaniya Lezgîn roja pêncşemê li ser plana parastina sivîlan li hev kiribû.

Li aliyekî din Erebistana Siûdî, serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê Ebdulfetrah El Burhan vexwend lûtkeya Komkara Erebî ku dê 19′ê Gulanê li Cedayê li dar bikeve.

(fr/c)